Straneke nû ya erebî li ser rêber Ocalan: Hekeze Yeqûl Ocalan

Studyo Şehîd Welat xebatên kişandina klîba straneke bi zimanê erebî bi navê “Hekeze yeqûl Ocalan” (Ocalan wiha dibêje) didomîne. Stran dê di salvegera Komploya Navneteweyî de were pêşandan.

Straneke nû ya erebî li ser rêber Ocalan: Hekeze Yeqûl Ocalan
28 ÇILE, 2023   10:52
TEBQA - EBDUREHMAN SALIH

Xebatên kişandina klîba strana “Hekeze Yeqûl Ocalan” di 24`ê Çileyê de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi çavdêriya Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê û tîma kişandin û derhêneriyê ya Studoya Şehîd Welat, dest pê kiribû.

Zêdetirî 70 stranbêj û sazbend beşdarî xebatê bûne. Di koma muzîkê de jî muzîkjenên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin. Hunermendên ku distrên jî Şadî Zubeydî û Yasmîn El Esker in.

Fikra stranê ya helbestvanê Ereb Ehmed El Elî yê ji navçeya Til Koçer e. Wî gotinên stranê nivisîne û pêşkêşî berpirsên Studyoya Şehîd Welat kiriye da ku awaza wê çêkin. Piştî ku stûdyoyê erê kir, dest bi xebatên kişandinê hat kirin.

Hunermend Delîl Mîrsaz ku çavdêriya xebatên kişandinê dike, got: “Stran bi erebî ye. Hunermend û helbestvanên Ereb karekî têkildarî Rêbertî çêkin, tiştekî pir taybet e. Ji me re destnîşan dike ku pêhkateyên herêmê hemû li vê doze xwedî derdikevin.”

Der barê peyama stranê de Mîrsaz got: “Bi rêya hunerê û stranan em dixwazin hemû gelên cîhanê bizanin ku serokek bi navê Abdullah Ocalan heye ku ji bo azadiya gelan fedakariyan dike. Hîna ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di bin tecrîdeke giran de ye.”

Delîl Mîrsaz wiha domand: “Divê têkoşîna ji bo vê dozê dewam bike. Ev xebata hunerî, mîna bersivandina fedakariyên Serok e ku ji bo gelê herêmê kirine.”

Girêdayî dema derxistina stranê Mîrsaz ev agahî parve kir: “Pêşandana yekemîn dê hemwextî salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan (15`ê Sibatê) be.”

(şx/cx)

ANHA