Li Îranê bangên ji bo beşdariya nerazîbûnên giştî

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 133`emîn de dewam dike. Duh li gelek herêmên Beluçistan çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Li seranserê welatên Ewropayê jî piştgiriya ji bo xwepêşandêran dewam dike.

Li Îranê bangên ji bo beşdariya nerazîbûnên giştî
28 ÇILE, 2023   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, di roja 133’yemîn de berdewam dikin.

Duh komek çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang li her kesê kirin da ku di 30-31’ê Çile û 1’ê Sibatê de dakevin kolanan û nerazîbûnên giştî lidarbixin. Li gorî malperên medyaya dijîtal, bang li her kesê tê kirin da ku di nava wan 3 rojan de dakevin kolana û xwepêşandanan bikin.

Komek xwendevanên zanîngeha Tahran, derbarê êrişên hêzên Îran yên li ser malbatên wan de, daxuyaniyek belav kir. Xwendevanan êriş şermezar kirin û bang li hemû xwendevanan kirin da ku dijî zextên dewleta Îranê rawestin. Di daxuyaniya xwendevanan de tê gotin; “Em dikevin meha pêncem ya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengiya jinan destpêkir û berxwedana şoreşgerî da me. Dikarin êşê bidin me, lê nikarin şoreşa azadiya jinan bi me bidin rawestandin û bêdeng bikin. Ji ber ku ev şoreş di mejî û rihê gelên azadîxwaz de cihê xwe girtiye.”

Duh li Zahîdan ya navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê xwepêşandan û çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Tevî hêzek zêde li wan herêman hatibû bicihkirin, lê xelk daketin kolanan. Gorî agahiyan hêzên Îranê êrişê çalakvanan kirine û di encamê de birîndar hene. Li bajarê Êze ya Xozistanê jî bi sedan kes tevlî merasîma çileya Hisên Seîd bûn û merasîm vegeriya çalakiya dijî desthilatê. Li bajarê Ehwaz jî ciwan daketin kolanan û agir pêxistin.

Duh Rêxistina Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heta niha, wan nasnameyên 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin ku 64 ji wan zarok in, piştrast kirine. Li gorî rêxistinê, nasnameya 107 kesên ji ber tevlî xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.

Piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li seranserê welatên Ewropayê jî dewam dike. Tê payîn îro jî gelek çalakî li welatên Ewropayê bên lidarxistin.

(cx)