Hemleya Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan didome

Hemleya komkirina îmzeyan a bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, li 7 taxên bajarê Qamişlo bi rêya meclis û komînan dewam dike.

Hemleya Îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan didome
28 ÇILE, 2023   10:02
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi dirûşmeya “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin” di 22`ê Çileyê de hemleya îmzeyan dabû destpêkirin.

Hemleya komkirina îmzeyan îro li 7 taxên bajarê Qamişlo bi rêya meclis û komînên taxan dewm dike. Meclis û komînên taxan mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin.

Wê hemle heta 15′ê Sibatê ku rastî salvegera 24′an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê, dewam bike.

Piştî komkirina îmzeyan li gund, bajarok û bajarên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe, dê wesîqeya îmzeyan radestî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bê kirin û ew jî radestî CPT′yê bike.

(dg/cx)

ANHA