​​​​​​​Dewleta Îranê ji serê salê ve 55 kes darve kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 26 rojan de 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin.

​​​​​​​Dewleta Îranê ji serê salê ve 55 kes darve kirin
28 ÇILE, 2023   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê duh têkildarî kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin û darvekirinan de daxuyaniyek belav kir.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heya niha, karîne nasnameya 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, piştrast bikin. Hate gotin ku ji wê hejmarê 64 zarok in. Li gorî rêxistinê nasnameya 107 kesên ji ber tev li xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di nava 26 rojên ji destpêka sala 2023’yan ve, herî kêm 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin.

Rêxistinê da zanîn ku armanca sereke ya darvekirinan, tirsandina welatiyan e û balkêşandina xelkê Îran û cîhanê ye.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem jî da zanîn ku ji ber nerazîbûnek ragihandinê, welatiyan û civaka navneteweyî ya li dijî darvekirinan nîn e, desthilat Îranê xwepêşandêran bi dar ve dike. Mehmûd bang li civaka navneteweyî kir da ku li dijî cezayên darvekirinê xwedî helwest bin.