ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2023ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2023ʹYAN
27 ÇILE, 2023   23:00

-Bi sponseriya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekemîn komxebata endizyarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navnîşana "Gund û bajarên ekolojîk ên rêxistinkirî" li hola Serdem a bajarê Hesekê destpê dike, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker di 23 rojan de bi çekên giran û balafirên bêmirov êrişî 42 gund û nuqteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 11 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

- Malbata Hersan di şoreşa Rojava de gelek berdêlên giranbuha dane. Malbat ji destpêka şoreşa Rojava ve di nava xebatan de çalak e û zarokên cêwî yên wê malbatê Harûn û Ehmed jî şehîd bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê da zanîn ku ji bo têkbirina îstîqrara herêmê di navbera dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ′ê de koordîneyeke eşkere heye. Her wiha spasiya şêniyan kir ku ji hêzên wan re dibin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Tebqayê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan di serî de CPT'yê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî da.( BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, dosyaya balafirên F16 yên Amerîkayê û hewldanên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endamtiya NATO’yê, 3 dosyayên bi girêk in ku nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de zêde dike.

- Piranî malbatên li herêmên hikumeta Şamê yên li Helebê li gel kêmbûna mûçeyan azarên debara jiyanê dikişînin. Hin ji wan malbatan hewl didin berê xwe bidin taxa Şêxmeqsûd a dorpêçkirî.

ANHA