Nakokiyên Şam û Tehranê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê der barê têkiliyên hikumeta Şamê û Îranê û aloziya Yemenê de nivîsîn.

Nakokiyên Şam û Tehranê di rojeva rojnameyên erebî de ye
28 ÇILE, 2023   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO ŞAM ARMANCA ÎRANÊ YA GIHÎŞTINA DERYAYA SPÎ QELS DIKE?

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Agahiyên li ser xemsariya Tehranê di rizgarkirina hevalbenda xwe (Şamê) de hatin parvekirin. Her wiha Îran di dan û standinên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tune bû. Di heman demê de behsa vê yekê tê kirin ku hikumeta Sûriyeyê ji bo aloziyên xwe bi dawî bike, berê xwe daye welatên Ereban. Lê hin nîşane derketine ku têkiliyên Sûriye-Îranê ku her du aliyan her tim wekî têkiliyên stratejîk bi nav dikin, bi paş ketine.

Li gorî agahiyên ku rojnameya Şerq El Ewsat bi dest xistine, Şam niha hewl dide hêzên xwe li ser rêya Tehran-Bexda-Şam-Beyrût a stratejîk ê di nava erdê Sûriyeyê de serwer bike. Ew rê niha di bin serweriya milîsên alîgirên Îranê de ye. Hewldana Şamê tê wateya astengkirina hewldanên Îranê yên gihîştina Deryaya Spî ku ev ji bo Îranê xewnek e û her tim xwestiye, pêk bîne.

Li gorî heman agahiyan, hêzên ewlekariyê yên girêdayî Şamê û yên li Dêrazorê û gundewarên wê û di nav de bajarê Bokemal û Meyadîn kar dikin, di demên dawîn de perspektîf girtine ku îranî li wan herêman bi cih nebin, avahiyên girêdayî hikumetê yên ku hêzên Îranê û milîsên wê wekî navend bi kar tînein, bên vegerandin. Her wiha çavdêriyeke mezin di xebatên kirîna avahiyan ji sivîlan ji aliyê efser û endamên hêzên Îranê de bê kirin. Hêjayî gotinê ye ku li Bokemal û Meydanî hêz û milîsên Îranê û baregehên wan ên leşkerî hene.

Hate ragihandin ku pêkanîna van perspektîfan ne tenê li Dêrazorê û gundewarên wê, lê belê ji bo parêzgeha Humsê û gundewarên wê jî derbasdar e.”

‘QETER BANDORÊ LI HEWLDANÊN EMANÊ YÊN JI BO YEMENÊ DIKE’

Der barê rewşa Yemenê de jî, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Hewldanên Emanê yên ji bo çareserkirina aloziya Yemenê heta niha tu encam bi xwe re neanîne. Di heman demê de behsa bandorên Qeterê li wan hewldanan tê kirin û gotegot hene ku Erebistana Siûdî jî ji vê yekê ne rehet e.

Çavdêr dibêjin Emanê di navbeynkariya xwe de girîngî daye Erebistana Siûdî û Hûsiyan û Meclisa Fermandariyê ya Serokatiyê ku desthilata rewa ya Yemenê temsîl dike, paşguh kiriye.

Çavdêr destnîşan dikin ku tevgerên Emanê li gorî nêrîna Hûsiyan a li şerê Yemenê de ne û dibêjin: “Emanê bi vê yekê şaşî kir. Xuya ye ew zêdetir li aliyê Hûsiyan e, ev jî gumanan li ser rola wê wekî navbeynkar çêdike.”

Çavdêr her wiha diyar dikin ku Qeter jî bandorê li van hewldanan dike û li pêşiya tevgerên Emanê dibe asteng.

Li gorî raporeke malpera ‘Intelligence Online’ jî Erebistana Siûdî jî ji navbeynkariya Emanê ne rehet e.”

(cx)