OPCW, Şam li ser bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kir

OPCW bikaranîna êrişên kîmyewî yên bi gaza klor li dijî Doma di 2018′an de ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve tawanbar kir. Lê hîna OPCW red dike ku êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê lêpirsîn bike.

OPCW, Şam li ser bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kir
27 ÇILE, 2023   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî got di lêpirsînekê nêzî 2 salan dewam kir de hate eşkerekirin ku herî kêm helîkoptereke hêzên hikumeta Şamê di 2018′an de cerên gaza klor berdan serdana avahiyên niştecihan ên li bajarê Doma yê Sûriyeyê, di encamê de 43 kes hatin kuştin.

Ev tawanbar, hemwextî hewlên Rûsyayê yên nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de pêk tên.

Di demeke berê de, Komeleya Bijîşkên Navneteweyî ya Qedexekirina Şerê Nukleerî (IPPNW) raporek li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve amade kiribû û got: "Me belge wergirtin". IPPNW banga destpêkirina lêpirsînê kir, her wiha parlementerê Iraqê Soran Omer bang li hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî kir ku komîteyeke lêpirsîna bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî PKK′ê li Başûrê Kurdistanê ava bike. Li kêlek wê jî Fermandariya HPG′ê û KCK′ê bi dehan caran bang li saziyên têkildar kir ku êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk lêpirsîn bikin. Lê Iraq, dewletên rojavayî û saziyên têkildar mîna OPCW têkildarî vê dosyayê bê deng in.

(fr)