​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Li herêma Firatê salvegera 8'an a rizgarkirina Kobanê û salvegera 9′an a damezrandina Rêveberiya Xweser bi coşeke mezin hatin pîrozkirin.

​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir
27 ÇILE, 2023   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên Herêma Firatê û Kobanê bi wesîleya pîrozkirina salvegera 8’emîn a Rizgarkirina Kantona Kobanê û salvegera 9’an a damezrandina Rêveberiya Xweser li Eywana Firatê kom bûn.

Di çalakiya pîrozbahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û diyar kir ku, Kobanê bi felsefeya neteweya demokratîk bi ser ket û ev tişt got: “Em salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser li tevahiya gelan û gaziyên şer pîroz dikin. Em îro bi saya berxwedana şervanên leheng gihiştin vê rojê. Em ê li dijî her kesê ku dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe, tê bikoşin û xwedî helwest bin. Em ê bi piştevaniya gelên li herêmê projeya netewaya demokratîk, bikin projeya tevahî cîhanê.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî jî soza berdewamkirina berxwedanê da û got: "Bi saya berxwedana tevahî gelên li herêmê û projeya netewaya demokratîk Kobanê bi ser ket. Kobanê soza berxwedanê da û bi ser ket. Em ê vê mîrateya berxwedanê bidomînin û bi ruhê Apoyî li dijî tevahî hêzên mêtinger li ber xwe bidin.”

Piştre Endamê Meclisa Rêveber a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Mehsûm El Elî axivî. El Elî salvegera 8’emîn a rizgarkirina Kobanê li tevahî gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û ev tişt got: “Hemû gel dizane ku çawa Hikûmeta Sûriyeyê û Îraqê li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê reviyan. Çeteyên DAIŞ’ê bi desteka desthilatdaran bi hemû cure çek êrîşê Kobanê kirin. Lê di encama qehremaniya şervanên vî gelî de bi ser ket.”

Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir jî destnîşan kir ku, bi saya fedekariya jin û xortên gelê Kurd, Kobanê azadiya xwe misoger kir û wiha got: “Li dijî zilm û zordarî şervanên leheng bi zimanê xwe hebûna xwe misoger kir."

Çalakiya pîrozbahiyê bi stran, xwendina helbestan û gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA