​​​​​​​Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Wasiyê rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç û birayê wî Mehmet Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriya da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
27 ÇILE, 2023   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

21 meh e agahî ji rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de, nayê stendin.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Gerînendetiya Gîrtîgeha Îmraliyê da.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li dozgeriyê didin lê bersivek nayê dayîn. Parêzeran di 22'yê Mijdara 2021'an de ji bo "hevdîtina lezgîn" serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bursayê dabû. Hakîmtiyê bi hinceta ku di 12’ê Cotmeha 2021’an de hevdîtina bi parêzeran ji bo 6 mehan hatiye qedexekirin û di 18’ê Tebaxê de jî bi hinceta hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexekirin, serlêdana parêzeran red kir. Lê der barê biryaran de parêzer nehatin agahdarkirin.