Koçberekî ji Efrînê dê li NY’yê giliyê dewleta Tirk bike

Koçberekî ji Efrînê da zanîn ku dê li hember dewleta Tirk a dagirker ku li ser erdê wî yê li Efrînê mêtingeh ava kiriye, li cem Neteweyên Yekbûyî gilî bike.

Koçberekî ji Efrînê dê li NY’yê giliyê dewleta Tirk bike
27 ÇILE, 2023   04:30
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê de guhertina demografiyê dewam dike. Heta niha li seranserê gund û navçeyên kantonê zêdetirî 22 mêtingeh ava kirin. Malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û malbatên çeteyan ên ji welatên cuda yên cîhanê, di wan mêtingehan de bi cih kirine.

Komeleya “Ecnadîn” a filistînî di 4`ê Çileyê de li nêzî navçeya Cindirêsê, li ser erdê koçberekî Efrînê ku niha li Şehbayê bi cih dibe, mêtingeheke nû ava kir.

/kr/uploads/files/2023/01/26/191708_-.webp

Ajansa me xwe gihand Hesen Mecîd Mihemed ku mêtingeh li ser erdê wî tê avakirin. Mihemed ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ye û beriya dagirkirina Efrînê li Cindirêsê dima.

Hesen Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de ew ji Efrînê bi darê zorê koçber kirin.

Hesen Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 280 darên zeytûnê yên li erdê wî û erdê kurapê wî Emîn Mûrad Mihemed ê di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên navçeya Cindirêsê de ku 4 hektar e, birîn û ew li nava erde wan avahiyeke mêtingehiyê ava kir. Hesen Mihemed got ew ê giliyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re rake.

Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku têkildarî sûcên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê ya dagirkirî pêk tîne, ceza bikin.

Çavkaniyan di demeke berê de ji ajansa me re daxunyadibû ku dewleta Tirk a dagirker avahiyeke mêtingehiyê bi navê "Ecnadîn" li navçeya Cindirêsê li ser xaka bi rûbera 4 hektaran a Hesen Mecîd Mihemed û Emîn Murad Mihemed ava kiriye, da ku 200 malbatên çeteyan lê bi cih bike.

Hesen Mihemed li maleke berwêrankirî ya li gundê Til Sosîn a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê de bi cih bûye.

(cx)

ANHA