Şêniyên Kobanê şehîdên meha Çileyê û berxwedana Kobanê bi bîr anîn

Şêniyên Kobanê di salvegera 8`an a serkeftina berxwedana Kobanê de li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê şehîdên meha Çile, bi bîr anîn.

Şêniyên Kobanê şehîdên meha Çileyê û berxwedana Kobanê bi bîr anîn
26 ÇILE, 2023   18:06
KOBANÊ

Îro salvegera 8`an a serkeftina berxwedana Kobanê ye ku YPG û YPJ`ê dawiya 2014`an û destpêka 2015`an li hember DAIŞ`ê nîşan da.

Di vê boneyê de, bi sedan şênî li goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

/ar/uploads/files/2023/01/26/171325_aadl-hj-kraw.webp

 Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyeke mezin a şehîdên meha Çileyê, şehîdên berxwedana girtîgeha Sînaayê amade kir û li goristanê daliqand. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho axivî û şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê û heta îro, bi saya şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin.

(şx)

ANHA