​​​​​​​Li Amûdê şanoya `Xeyalên kerê tembel`

Koma Dibistana Şanoyê ya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şanoyek li navçeya Amûdê bi navnîşan “Xeyalên kerê tembel” pêşanda.

​​​​​​​Li Amûdê şanoya `Xeyalên kerê tembel`
26 ÇILE, 2023   18:00
QAMIŞLO

Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê çalakî orgenîze kir ku koma Dibistana Şanoyê ya desteyê şanoyeke bi navnîşan “Xeyalên kerê tembel” li navenda Şehîd Kemal Derwîş a Çandê ya navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo pêşan da.

 Bi dehan zarokên Amûdê û malbatên wan, rewşenbîr, çalakvan, nivîskar, oldar û hezkiriyên şanoyê li şanoyê temaşe kir.

Di şanoyê de teqezî bi pêwîstiya xebata bi xîret û aktîv û hişyarkirina zarokan ku jiyana xwe û derfetên xwe qebûl bikin, kir.

Nivîskar Ehmed Îsmaîl Îsamîl şano nivîsiye û Ebdulmecîd Xelef derhêneriya wê kiriye. Ciwan Silo mûzîka wê amade kiriye. Di şanoyê de 6 listikvan; Alan Ebdullah, Bilind Xelef, Ehmed Ehmed, Çiya Osê, Mihemed Xelef û Omer Omer listin.

(şx)

ANHA