Rêveberiya Xweser qanûna xerckirin û hewaleyên pereyan derxist

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûna birêxistinkirina kar û barên xerckirin û hewaleyên pereyan a ji 37 madeyan derxist.

Rêveberiya Xweser qanûna xerckirin û hewaleyên pereyan derxist
26 ÇILE, 2023   14:29
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna endamên meclisê, enamdamên Meclisên Zagonsaz ên Rêveberiyên Sivîl û Xweser ên Demokratîk, civîna xwe ya 70`emîn li dar xist.

Civîn li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê hatin lidarxistin.

Di civînê de, Hevseroka Meclisa Giştî Sîham Qeryo axivî û behsa girîngiya qanûna xerckirin hewaleyên pereyan kir û deswtnîşan kir ku bi rêya vê qanûnê wê xerckirina pereyên biyanî li herêmê û şandin û wergirtina hewaleyên pereyan, werin kontrolkirin.

Piştre reşnivîsa qanûnê ya ji 9 bendan û 37 madeyan pêk tê, ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir Silêman ve hat xwendin.

Di madeyên qanûnê de, dayîna ruxsetan, çawaniya pêşkêşkirina wan ji şîrketên xerckirin û hewaleyên pereyan re, bac, tedbîr, ceza, çavdêrî û kontrolkirin, hatine bicihkirin.

Piştre bendên qanûnê yek bi yek hatin xwendin û nîqaşkirin û qanûn hat erêkirin û derxistin.

Qanûn ji îro ve dikeve meriyetê.

(cx)

ANHA