Pênşangeha Panorama Rojava ya Hunera Şêwekariyê

Li bajarê Qamişlo Pêşangeha Panorama Rojava ya Hunera Şêwekariyê hat vekirin, tê de 60 tabloyên ku xwendekaran xêz kirine tên pêşandan.

Pênşangeha Panorama Rojava ya Hunera Şêwekariyê
26 ÇILE, 2023   14:06
QAMISLO

Pêşangeh bi dirûşmeya “Rengê me ji dengê çekên we bi hêztir in” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo tê lidarxistin.

Di pêşangehê de 15 endamên Beşa Wênesaziyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xedo ya bajarê Kobanê, 60 tabloyên xwe didin nîşandan.

Di tabloyên ku hatine pêşandan de, peyamên civakî yên der barê Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan de tên nîşandan. Di hin tabloyan de wêneyên şervanên YPJ`ê, Jîna Emînî, serhildêr û şoreşgerên Kurd mîna Şêx Seîdê Pîran, Qadî Mihemed û sînemagerê Kurd Yilmaz Guney hatine xêzkirin.

Tê payîn ku pêşangeh du rojan bidome.

(he/cx)

ANHA