​​​​​​​Şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê kir

Şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê kir û teqezî bi baweriya xwe bi edaletê û cezakirina kujerên dayikê û keça wê kir.

​​​​​​​Şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê kir
25 ÇILE, 2023   17:52
REQA

Şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê bi seroketiya Sekretera Giştî yê partiyê Sîham Dawûd serdana Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê kir, piştî ku welatiyan li pêşiya avahiya dadgehê xwepêşandanek ji ber kuştina mamosteyekê û keça wê  ji aliyê çekdaran ve li dar xistibû.

Sîham Dawûd rola girîng a Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û keda wê ya rûniştandina bingehên dirust ên parastina mafên mirovan û pêkanîna edaletê silav kir.

Her wiha, Sîham Dawûd teqezî bi baweriya xwe ya pêkanîna edaletê û bêaliya dadgeriyê kir û destnîşan kir ku Meclisa Edaleta Civakî dikare kujerên mamoste Nûra El Ehmed a ducanî û keça wê darizîne.

(mh)