Di panela MSD’ê de: Nêzîkbûna Şam û Enqereyê bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê panelek diyalogê bi dirûşma “Nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de û bandora wê li ser doza Sûriyê û penaberan” li dar xist. Tê de destnîşan kir ku ev nêzîkbûn bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û girankirina aloziya sûriyan e.

Di panela MSD’ê de: Nêzîkbûna Şam û Enqereyê bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e
25 ÇILE, 2023   15:48
REQA

Panel li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Reqayê li dar ket, tê de endamên meclisê û partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û siyasetmedarên serbixwe beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/01/25/141606_aly-rhmwn.webp

Di serî de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Elî Rehmûn got: "Em tev dizanin ku dewleta Tirk a dagirker yek ji dewletên xwedî rol di kirîza Sûriyê de ye, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve destekê dide komên çekdar, lê piştre ew kom ketin bin siya aliyên cîhadî."

Rehmûn wiha domand: "Dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve xwedî bandoreke nerênî bû, em tev jî dizanin ku dema DAIŞ li ser sînorê dewleta Tirk  dagirker bû tu pirsgirêk ji bo wê tune bûn. Lê dema ku hebûneke demokratîk li herêmê derket holê ew li dijî wê sekinî û xwest ku armancên xwe pêk bîne, nexasim dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyê."

Rehmûn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di bidestxistina erêkirineke navneteweyî ji bo operasyonên xweyên leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, ji ber wê berê xwe da bikaranîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî û dema ku di wê de jî bi bin ket berê xwe da lihevkirina bi hikûmeta Şamê re.

Rehmûn wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya vê nêzîkbûnê projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe; ji ber ku kirîzeke aborî û siyasî di hundirê Tirkiyê de heye û herêmên me jî di warê petrol û genim de dewlemend e, ew jî dibe yek ji sedemên çavnebariya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê."

Rehmûn destnîşan kir ku ev nêzîkbûn taktîkî ye û rejîm jî naxwaze alozî çareser bibe. Her wiha Rûs û Tirk xwest vê nêzîkbûnê wek kaxizeke şantajê bi kar bînin, nîşaneyên şertên di navbera wan de êdî diyar bûn ku li dijî projeya Rêveberiya Xweser in.

Piştre endamê Partiya Yekitiyê ya Kurdî Osman Elî got: "Dewleta Tirk a dagirker dibêje ku armanca wê ji vê nêzîkbûnê vegerandina penaberan e, lê belê ev nêzîkbûn demkî ye ji ber ku hikûmeta AKP'ê nêzîkî li hilbijartinan kiriye û armanca wê ya sereke ji vê nêzîkatiyê têkbirina projeya demokratîk e."

Her wiha, bijîşk Hesen Şewax wiha axivî: "Nêzîkbûn çênabe ji ber ku gel li dijî wê ye, sedem jî ew e ku hem dewleta Tirk a dagirker û hem jî hikûmeta Şamê kujerên gelê Sûriyê ne."

El Şewax destnîşan kir ku ji bilî beşdariya Rêveberiya Xweser di çareseriya kirîza Sûriyê de û pêkanîna projeya demokratîk li seranserî Sûriyê, çareserî çênabe.

Rehmûn wiha li nêrînan bersivand: "Rêveberiya Xweser xwedî hekwesteke cidî ya li hember vê nêzîkbûnê ye, ku ew tu carî vê rêjîmê qebûl nake û armanca wê avakirina Sûriyeke nenavendî ye, ev jî dê bi pêkanîna nimûneya Rêveberiya Xweser li seranserî xaka Sûriyê, pêk were."

Di dawiya panelê de Rehmûn destnîşan kir ku ev nêzîkbûn tu carî ji bo gelê Sûriyê bi giştî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî ne sûdwar e, ew jî di helwesta gel de ya li deverên di bin kontrola komên çekdar de berçav e.

(mh)

ANHA