​​​​​​​MSD’ê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Efrîn-Şehbayê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li kantona Efrîna dagirkirî de li dar xist.

​​​​​​​MSD’ê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li dar xist
​​​​​​​MSD’ê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li dar xist
​​​​​​​MSD’ê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li dar xist
​​​​​​​MSD’ê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li dar xist
​​​​​​​MSD’ê panelek diyalogê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li dar xist
25 ÇILE, 2023   15:15
ŞEHBA

Bi salvegera 5'emîn a destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê re, Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk a Efrîn-Şehbayê (MSD) panelek diyalogê li dar xist. Panel li hola Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat li darxistin.

Panel bi navnîşan "Berjewendiyên hevbeş ên rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê di salvegera êrişa li dijî Efrînê de" û bi beşdariya kesayetên siyasî û endamên saziyên sivîl ên kantonê li dar ket.

Di serî de, komîteyek ku ji hevseroketiya MSD'ê ya Efrîn-Şehbayê Mihemed Hesen û Bêrîvan Elî û endama Koordînasyona partiyan a Herêma Efrînê Felek Elo hat avakirin, piştre Mihemed Hesen li ser mijara yekemîn a bi navê "rêjîm, neteweyî û guhertina demografî ya Efrînê" axivî.

Mihemed Hesen behsa siyaseyên netewdewletê yên rêgirtina li ber mafê xweparastinê yê gel û têkbirina ewlehiyê kir, ku dewleta Tirk a dagirker tam van kiryaran dike bi armanca ku aloziya siyasî ya Sûriyê kûrtir bike.

Hesen wiha axivî: "Yek ji aliyên ku herî zêde ji kirîza Sûriyê sûd girtine dewleta Tirk a dagirker e ku hewl dide armancên xwe yên dagirkirina tevahiya bakurê Sûriyê bi rêya çeteyan pêk bîne."

Hesen destnîşan kir ku bi destpêka dagirkirina Efrînê re dewleta Tirk a dagirker planên guhertina demografiya kantonê amade kirin û dest bi pêkanîna komkujiyan, hedefgirtina deverên dîrokî û perestgehan û têkbirina binesaziya kantonê kir, piştre jî êdî dest bi revandina şêniyên Efrînê yên ku di kantonê de mane û avakirina avahiyên mêtingeriyê û bicihkirina şêniyên deverên din tê de, kir.

Di dawiya axaftina xwe de Hesen got: “Topbarana rojane ya li dijî kantona Şehbayê bi armanca dûrxistina koçberên Efrînê ji bajêr e, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember wê topbaranê tê wateya ku peymanên qirêj di navbera dewletên herêmî û navneteweyî de hene nexasim dewletên Kendava Erebî, lê em bi hêvî ne û em dê heta vegera li paytexta aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştre beşdaran behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyan û guhertina demografiyê kir.

Piştî nîqaşê Bêrîvan Elî dest bi mijara duyemîn a bi navnîşan "Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li Efrînê" kir.

Bêrîvan wiha axivî: "Di kirîza Sûriyê de jinên sûrî rastî hemû cûreyên tundiya bedenî û derûnî û koçberkirinê hatin, lê belê tiştê ku li Efrînê li dijî jinan pêk tê zehmettir bû, ji ber ku wan li hember hemû cûreyên tundiyê serî netewand."

Bêrîvan wiha domand: "Bi dagirkirina Efrînê re jiyana jinên Efrînê êdî reş bû, ku gelek zîndanên ji bo jinan hatin avakirin, wek zîndna Maratê, zîndana navenda rojnameya Ronahî û gelek malên din ku ji bo navendên îşkenceyê hatine veguhestin."

Bêrîvan destnîşan kir ku jinên ku ji wan zîndanan rizgar bûne dan zanîn ku tê de cûreyên herî xerab ên êşkenceya derûnî û bedenî tên kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan got: "Heta ku dagirker heye zehmetiyên jinên sûrî bi dawî nabin."

Di dawiya panelê de beşdaran teqezî bi domandina berxwedanê li kampan û malên nîv wêrankirî, kir.

(mh)

ANHA