​​​​​​​Ciwanan nêzîkbûna hikumeta Şamê û Tirkiyeyê red kir

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de red kir.

​​​​​​​Ciwanan nêzîkbûna hikumeta Şamê û Tirkiyeyê red kir
25 ÇILE, 2023   13:03
MINBIC

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê ya li Minbicê bi daxuyaniyekê nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de red kir. Ciwanan bi beşdariya endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê, Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê li pêş Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê daxuyanî da.

Endamê Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê Ebdo El Mubarek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“12 sal di ser şoreşa Sûriyeyê re derbas bûn û hîna jî ajan û xayîn ku xwîna şehîdan û çarenûsa gel firotine eşkere dibe. Herî dawî jî hevkariya bi rejîma Tirkiyeyê re û têkiliya wê bi hikumeta Şamê re.

Em bi tundî hemû şêweyên normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û hikumeta Tirkiyeyê de red dikin.

Ji Idlibê û Efrînê heta bi Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ve gelê Sûriyeyê azarên ji qetilkirin, koçberî, revandin, talankirin ji destê rejîmê dîtin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Sûriyeyê yê azad ku di oxira azadiyê de canê xwe daye, ji rejîma Sûriyeyê re vegerîne.

Rejîma Tirkiyeyê rojekê jî nebû dostê gelê Sûriyeyê, lê ew hewl dide li ser hesabê gelê Sûriyeyê berjewendiyên xwe pêk bîne.  Em hemû şêweyên normalîzekirinê yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de red dikin.

Em bang li komên şoreşger û şoreşgerên birûmet dikin ku li hesabên xwe vegerin û li kêleka gel bisekinin. Em ji bo derxistina dagirkeriyê destê xwe didin hemû kesên birûmet û deriyên me li pêş hemûyan vekirî ne. Divê ji bo bidawîkirina krîzê û vegera hemû koçberan li war û milkên xwe çareyeke sûrî-sûrî hebe."

(fr)

ANHA