Şandeyeke NATO′yê li Iraqê ye

Piştî ku şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê diyar kir ku hikumeta Iraqê di geşkirina têkiliyan li gel NATO′yê cidî ye, serokkomarê Iraqê şandeyeke NATO′yê pêşwazî kir.

Şandeyeke NATO′yê li Iraqê ye
25 ÇILE, 2023   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd di pêşwazîkirina şandeya NATO′yê de diyar kir ku di van 2 salên dawîn de li Bexda û bajarên din ên Iraqê îstîqrareke ewlehî ya baş çêbûye û ew jî di serxistina bernameya hikumetê de dibe alîkar.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokkomariyê bi daxuyaniyekê got: "Reşîd li qesra Bexdayê ji fermandarên Fermandariya Hevbeş a NATO′yê Stuart Munch û fermandarê şandeya NATO′yê li Iraqê general Giovanni Anucci pêşwaz kirin, da ku erkên şande li Iraqê dike û rola xwe ya di pêşkêşkirina şêwir û perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê de pêk tîne, pêşkêş bikin."

Nivîsgehê da zanîn ku Iraq bi hevkariya dostên xwe hewl dide kapasîteya leşkerî û îstîxbaratî bi pêş bixe, da ku têkoşîna li dijî terorê û tunekirina wê were geşkirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Erecî jî da zanîn ku hikumet di aliyê geşkirina têkiliyan li gel NATO′yê de cidî ye.

Ev yek hemwextî serdana Mihemed Şiya Sûdanî ya îro ji Fransayê re, pêk tê.

Sûdanî destnîşan kir ku bersivdana Bexda û Parîsê têkildarî girîngiya stratejîk a têkiliya di navbera her du welatan de, hişt ku hikumeta Iraqê baldariyeke zêde li ser pêşxistina têkiliya dualî nîşan bide.

Sûdanî got pêdiviya Iraqê bi hêzên şer ên biyanî tune ye, lê pêdiviya wê bi hêzên şêwirmendiyê heye ku hêzên welat perwerde bikin.

(fr)