Ji destpêka salê ve li Efrînê 30 welatî hatine revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsal ve zêdetirî 30 welatî ku di nav de kal û pîr jî hene, li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin. Her wiha zêdetirî 2 hezar darên zeytûnê û yên din birîne û avahiyên mêtingehiyê ava kirin.

Ji destpêka salê ve li Efrînê 30 welatî hatine revandin
25 ÇILE, 2023   12:48
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Artêşa Tirk a dagirker, çete û MÎT′a Tirk sûcên xwe yên li dijî welatiyên Efrînê û xwezaya wê ji destpêka îsal ve bi rêya sûcên revandin, birîna darên zeytûnê û darên din û avakirina avahiyên mêtingehiyê yên nû li Cindirêsê, zêde kirin.

Li gorî çavkaniyên taybet, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 30 welatî ku di nav de jin û kesên temenmezin jî hene, li gund û navçeyên Efrînê revandin û navên hin ji wan wiha ne:

Mihemed Reşîd Hiso (32), Ferman Eloş Sedo (28), Bekir Hisên Xêro (35), Rêber Hesen Xêro (32), Elî Kalo (40), Mihemed Ferîd (28), Mihemed Kalo (36), Ednan Ebdo (39), Mihemed Ednan Silêman (30), Mihemed Ehmed Henan Hemîd (55), Îbrahîm Menan Dawûd, Mihemed Esmet Şêxo, Mihemed Selah Hisên (30), Ferîde Ebdo, Mihemed Îbrahîm Mela Mihemed (49), Doxan Mihemed Mela Mihemed (48) û Enes Zekî.

Li kêleka wê jî dagirkeriyê zêdetirî 2 hezar darên zeytûnê û darên din birîne.

Dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Cindirêsê di 4′ê Çileyê de, di navbera gundên Hemîlekê û Rufatiyê de avahiyeke mêtingehiyê ya nû bi navê "Ecnadîn" vekir. Ew avahî li ser rûbera 4 hektaran hate vekirin, da ku 200 malbatên çete û niştecihên ji hemû herêmên Sûriyeyê lê werin bicihkirin.

(fr)

ANHA