Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin

Bi sedan şêniyan cenazeyê Ebdurehman Hisên Hesam ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bûbû û piştre şehîd bû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin
Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin
Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin
Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin
Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin
Li Dêrikê Ebdurehman Hisên Hesam hate oxirkirin
25 ÇILE, 2023   12:32
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê yên Qamişloyê beşdarî merasîma oxirkirina welatiyê bi navê Ebdurehman Hisên Hesam bûn.

Hesam di 18′ê Çileyê de, di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de li çerxerêya gundê Maşûq ê li nêzî Rawestgeha Arî birîndar bûbû û duh ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan axivî û wiha got: "Em li Rojava li ser rêça şehîdan in û pêdiviya parastina Rojava ji hemû pêkhateyan heye ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Li aliyekî din jî endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hisên Şerfî wiha got: "Em bombebaranên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin. Dê armanca me jî li hemberî vê yekê berxwedan be."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA