Michael Rubin: Mesrûr û Mesûd Barzanî rê dan qirkirina êzidiyan

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin got ku yên rê dan qirkirina êzidiyan durûtiya Mesrûr û bavê wî Mesûd bû.

Michael Rubin: Mesrûr û Mesûd Barzanî rê dan qirkirina êzidiyan
25 ÇILE, 2023   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolerê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayê û Berdevkê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê yê Iraq-Îranê Michael Rubin li malpera Washington Examiner li ser têkiliya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û kurê wî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li gel DAIŞ’ê û berpirsyariya wan a di qirkirina civaka êzidî de gotarek nivîsand.

Rubin diyar dike, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwe weke parêzvanê kêmeneteweyan dide nasîn, lê rastî ji bo êzidî, xiristiyan û kêmeneteweyên din ên li Başûrê Kurdistanê ne wisa ye.

Rubin qala qirkirina civaka êzidî kir û got; “Yên rê dan qirkirina Êzidiyan durûtiya hem Mesrûr û hem jî bavê wî Mesûd bû. Mesûd ji bo rikberên xwe yên li Bexdayê lawaz bike, çek firotin DAIŞ’ê. Ne li bendê bû ku li Kurdistanê vegere. Dibe ku bilindbûna DAIŞ’ê Rojavayî şok kiribe, lê Êzidî şok nekiribûn. Mesrûr ji bo gundên Êzidiyan bi hêz nebe, yan jî nikaribin xwe biparêzin, daxwaza biçekirinê ya Êzdiyan qebûl nekir. Dema Dewleta Îslamê dest danî ser gundên Êzidiyan, hêzên Mesrûr ne tenê reviyan, heman demê piraniya çekên ji bo bi Dewleta Îslamê re şer bikin hatibûn dayîn jî berê wan dan aliyekî din. Eger ku Barzanî ne tirsîbûna wê qirkirina Êzidiyan pêk nehatiba. Mesrûr heta roja îro ji bo parasatina rûmeta malbat û hevalên xwe agahiyên balafixaneyan belav nekiriye.”

Rubin bal kişand ser siyaseta Barzanî ya ji bo êzidiyên dixwazin vegerin Şengalê û ev got: “Barzanî ji bo avakirina gundên êzidiyan ên li Şengalê û civaka xiristiyanî pere kom dike. Lê li aliyê din ji bo yên serî li ber serweriya siyasî ya Barzaniyan natewîne vegera wan asteng dike û rê nade ku rehet bigere. Bi dewleta Tirk re tevdigere.”

Lêkoler Michael Rubin bal kişand ser tirsa ku Barzaniyan avakirî û got ku Nadiya Mûrad a ku ji ber dema çeteyên DAIŞ’ê civaka Êzidî qir kiribû, bang li civaka navneteweyî kiribû, ji ber vê hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobel a 2018’an hatibû dîtin ji ber Mesrûr Barzanî û birayê wî Weysî Barzanî bi vekirî nikarin baxivin.