Dagirker revandina welatiyan li Efrînê didomînin

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî welatiyek revand.

Dagirker revandina welatiyan li Efrînê didomînin
25 ÇILE, 2023   11:01
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih ên ji Efrîna dagirkirî hatine wergirtin, çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Enes Zekî yê ji gundê Şêxûtka yê Mabetayê revand.

Çeteyan welatî ber bi cihekî nediyar ve bir.

(fr)

ANHA