​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî

Îro şandeyeke saziyên sivîl, partiyên siyasî, Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Heyva Sor a Kurd û bi dehan şênî ji bo malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya Şêxmeqsûdê sersaxî xwestin.

​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
​​​​​​​Sazî û pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
24 ÇILE, 2023   18:09
HELEB

Bi sedan şênî ji bo sersaxiyê bidin malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ku di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn, berê xwe dan konên sersaxiyê.

Di merasîma sersaxiyê de endamê rêveberiyê yê Saziya Olan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Elî Hesen wiha axivî: “Mirin yek e lê sedem pir in, ev rêya me tevan e, ev êş êşa me hemiyan e û em tev xemgîn kirin, lê ev qedera Xwedê ye.”

Şêx Elî destnîşan kir ku ew qurbanî di vê rewşa hilweşîna avahiyê de li ba xwedê şehîd yên hesibandin.

Her wiha Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Merî El Şiblî axivî û got: "Em sersaxî ji xwe û ji malbatên qurbiyan re dixwazin. Êş êşa me hemûyan e.”

El Şiblî teqezî bi biratiya gelan a taxa Şêxmeqsûd kir û got: "Gel di merasîma oxirkirinê de tev bi yek êşê beşdar bûn, ev jî nîşana biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

(mh)

ANHA