Ciwan ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan

Bi sedan ciwanên navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daketin kolanan û teqezî bi berdewmkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwan ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
24 ÇILE, 2023   17:31
QAMIŞLO

Hemwextî destpêkirina hemleya berhevkirina îmzeyan ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi koordîneya Însyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, ciwanên malbatên şehîdan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê yên kantona Qamişlo li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist.

Beşdaran li qada Şehîd Xebat a li têketina navçeyê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên ciwanan û meşle hildan. Ciwanan di nava berzkirina slogana “Bê Serok jiyan nabe” de dest bi çalakiya xwe kir.

Ciwan heta sûka navçeyê meşiyan. Li sûkê meş rawestiya û veguherî mitingê di mitingê de bi navê ciwanên malbatên şehîdan Sureya El Cerbû axivî û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê kir.

Sureya wiha domand: “Hemû pêkhateyên herêmê tecrîda li ser Rêberê gelan û netewa demokratîk red û şermezar dikin. Em bêdeng namînin.”

Sureya destnîşan kir ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê herêmê dike hedef û got ew li hember nediyarkirina rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in nexasim ku dewleta Tirk hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe dike.

Sureya soza berdewamkirina têkoşînê heta bidawîkirna tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da. Sureya bang li rêxistinên têkildar kir ku qanûnên navneteweyî pêk bînin û rewşa wî eşkere bikin.

(şx)

ANHA