Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Şamê bi Serfermandarê Pasdarên Îranê re civiya

Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Şamê li Tehranê bi Serfermandarê Pasdarên Îranê re civiya. Serfermandarê îranî destnîşan kir ku welatê wî amade ye tecrubeyên xwe di warê şerê elektronîk de bi Sûriyeyê re parve bikin.

Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Şamê bi Serfermandarê Pasdarên Îranê re civiya
24 ÇILE, 2023   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku behsa alozbûna Têkiliyên hikumeta Şamê-Îranê ji ber beşdarnebûna Îranê di civîna Moskovê de tê kirin, şandeyeke leşkerî bi serkêşiya Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas serdana Tehranê kir.

Ebas û Elî Memlûk bi beşdariya berpirsên rûs û bêyî beşdariya Îranê bi wezîrê şer ê dewleta Tirk a dagirker û serokê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker re civiyabûn.

Îro jî, Ebas bi Serfermandarê Pasdarên Îranê Huseyn Selamî re civiya. Selamî destnîşan kir ku ew welatê wî amade ye tecrubeyên xwe di qadên cuda de nexasim di ware şerê elektronîk de bi Sûriyeyê re parve bike. Selamî daxuyand ku şerê elektronîk dozeke gelek hesas û girîng e.

Huseyn Selamî bal kişand ser girîngiya hevkariya leşkerî di navbera herdu dewletan de û got: "Em amade ne di warên pêwîst de destekê bidin hêzên leşkerî yên Sûriyeyê."

Tê zanîn ku Îran jî wek Rûsyayê hevkara herî girîng a hikûmeta Şamê ye, Tehranê berê jî destnîşan kiribû ku ew tenê di warê şêwirmendiyê de destekê dide hikûmeta Şamê.

Her wiha, dijminê sereke yê Îranê, Îsraîl gelek navend û rêyên li Sûriyeyê ku komên alîgirên Îranê wan bi kar tîne, bombebaran dike.

(mh/şx)