​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da

Meclisa Jinan a PYD'ê û rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê semînerek bi navnîşan "Şer û zagon" bi armanca nîqaşkirina zagonên mafên mirovan da.

​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
​​​​​​​Meclisa Jinan a PYD û rêxistineke hiqûqî semînerek da
24 ÇILE, 2023   16:37
QAMIŞLO

Semîner li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo bi beşdariya nêzî 50 endamên Meclisa Jinan a partiyê û rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Saziyên Civaka Sivîl bi rê ve çû.

Di serî de endama rêveberiyê ya rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma mafên mirovan û zagona mirovî ya navneteweyî ji beşdaran re pênase kir.

Beşdaran mafên mirovan wiha pênase kir ku ew komek prensîbên exlaqî anku pîvanên civakî ne ku nûnertiya mafên sereke û rewa yên mirovan dikin.

Evîn Cuma zagona mirovî ya navneteweyî wiha pênase kir ku ew koma zagonan e ku rawestandina şerê çekdarî ji xwe re esas digire. Her wiha destnîşan kir ku ev zagon kesên ku bi şer re ne têkildar in an jî yên ku xwe ji şer dûr xistine, diparêze, her wiha ew amûrên û rêbazên şer jî sînordar dike.

Evîn Cuma diyar kir ku yên herî zêde di şer de zirar gihîştiye wan zarok in.

Piştre, beşdaran nêrînên xwe der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û destnîşan kirin ku kiryarên wê dermirovî û li dijî zagonên mafên mirovan in. Her wiha anîn ziman ku hedefgirtina binesaziya herêmê jî sûcekî şer e, nexasim ku dewleta Tirk a dagirker dibistan, nexweşxane, zeviyên petrolê û saziyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber hedef digire.

(mh/şx)

ANHA