Daîreya Têkiliyên Derve 32 zarok û 15 jinên DAIŞ'ê radestî şandeyeke Fransayî kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 32 zarok û 15 jinên malbatên DAIŞ'ê radestî şandeya dîplomasî ya Fransayê ku bi rêveberiya berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê Stephan Romatet, hatiye herêmê.

Daîreya Têkiliyên Derve 32 zarok û 15 jinên DAIŞ'ê radestî şandeyeke Fransayî kirin
24 ÇILE, 2023   16:09
QAMIŞLO

Malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku şandeyeke dîplomasî ya Fransayê bi rêveberiya berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê Stephan Romatet serdana navenda daîreyê ya Qamişlo kir.

Şande ji aliyê cîgirên hevseroketiya daîreyê Fener El Giêt û Robêl Biho, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û endama Nivîsgeha Têkiliyan a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

El Giêt bixêrhatina şandeyê kir û teqezî bi xurtbûna têkiliyên hevbeş û rola Fransayê di herêmê û çareserkirina kirîza Sûriyê de kir, her wiha hin mijarên din wek pêşxistina herêmê di aliyê siyasî û aborî de hatin nîqaşkirin.

El Giêt destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê bi Fransayê û hemû dewletan re bibe alîkar ku dixwazên welatiyên xwe yên malbatên DAIŞ'ê  bibin.

Her wiha, Stephan Romatet Rêveberiya Xweser spas kir ku bi wan re hevkar e û got: "Fransa hevkara we ye û em dixwazin di warê diyaloga siyasî û pêşkêşkirina alîkariya mirovî de bi we re bibin alîkar."

Di dawiya hevditînê de, şandeya Fransayê 32 zarokan û 15 jinan piştî îmzekirina belgeke fermî bi Rêveberiya Xweser re, wergirtin.

(mh/şx)