​​​​​​​Mikurhatinên ajanên îstixbarata dewleta Tirk a dagirker

3 ajanên ku QSD`ê di vê dawiyê de girtine li xwe mikur hatin ku çawa ji bo îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker kar dikirin, bi zanabûn bombe diteqandin, agahiyên navendên leşkerî û ewlehiyê radigihandin dagirkeran.

​​​​​​​Mikurhatinên ajanên îstixbarata dewleta Tirk a dagirker
24 ÇILE, 2023   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) mikurhatinên 3 ajanên îstixbarata dewleta Tirk a dagirker bi dîmen weşandin.

Navendê di nûçeya xwe de wiha got: “Hêzên me, têkoşîna li hember bermahiyên çeteyan, ajan û sîxuran didomîne ku ji bo îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kar dikin, hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin.

Hêzên me gelek ajanên îstixbarata dewleta Tirk a dagirker girtin ku berpirsên teqemeniyan bûn û agahiyên der barê navendên leşkerî û ewlehiyê de didan dagirkeran.

Ajanê bi navê Salih Elî Xoce li Ebû Qelqel ê li Minbicê sala 2001`an hatiye dinê û li bajêr dimîne wiha axivî: “Sala 2019`an çûm Tirkiyê. Heta 2022`yan di gelek karan de xebitîm. Piştre Sibata 2022`yan tevî ciwanekî din bi navê Salih ku ji gundên Ebû Qelqel e vegeriyam û bi rêya Cerablusê derbasî Minbicê bûm.”

Xoce detay û rêbaza ku pê bûye ajanê îstixbarata dewleta Tirk li Cerablusê bi bîr xistin û got: “Ez û Salih çûn mêvanxwaneya Şêx Sefok da ku piştre serê sibê derbasî Minbicê bibin. Di wê şvê de kesek bi navê Inad Hisên El Nayif hat mêvanxaneyê ku berê Salih nas dikir û ji heman gundî ne. Inad jê re got, ew dikare me bi rêbazeke nerewa derbasî Minbicê bike.”

Xoce wiha domand: “Di 5`ê Cotmeha 2022`yan de, Inad ji min xwest ku wêneyên navendên leşkerî yên li Minbicê jê re bikişînim û bişînim. Bi rast jî min du navend kişandin û jê re şandin. Li beramber wê, wî 2 hezar dolar ji min re rêkir. Piştre min navendeke din a Hêzên Leşkerî ya Minbicê ku nêzî rêya Cizîrê û li rojhilatê têketina bajarê Minbicê ye ji wî re şand. Soz da min ku pere ji min re bişîne lê bi hiceta ku navend di bin keşfê de ye, dereng xist. ”

Der barê girtina wî de Xoce got: “Di 24`ê Mijdara 2022`yan de, ez ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve li herêmeke nêzî mala xwe hatim girtin.”

Ajanê din yê bi navê Elî Ebdullah El Hemed ê ji gundê El Şemîtiye yê Dêrazorê sala 1999`an ji dayîk bûye û li taxa Diriye-Nezilit Şihate ya Reqayê dimîne got: “Di Kanûna 2022`yan de, kurapê min Mihemed El Xelef bi rêya keçekê bi min re axivî. Heta deh rojan em wisa mane bi hev re diaxivin. Li rewşa xizman dipirsî. Paşê wêneyek ji min re şand. Tê de navendeke leşkerî ya QSD`ê ya li bajarokê Celebiyê yê nêzî Eyn Îsayê heye. Ji min re detay û agahiyên din ên derbarê wê navendê de xwestin. Min jê re got ez nizanim. Wî got, ew dixwaze bikeve navendê û yên tê de hemû bikuje. Ji ber ku bi çeteyê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê ya dewleta Tirk a dagirker re kar dike.”

El Hemed wiha berdewam kir: “Mihemed hejmara telefona min şand ji kesekî bi navê Selsebîl re. Ji min re got, divê ez pê re biaxivim. Selsebîl jî endamekî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker e. Wî agahî ji min xwestin. Min jê re hejmara şervanên di foceke QSD`ê de, hejmara cebilxaneya heyî jî got. Piştre wî ji min pirs kir, serdana fermandariya focê kengî ye û kengî derdikeve. Min jê re got, ez nizanim. Piştî wê min jê re wêneyên navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) û navenda din a li Nezlêt Şihate yê El Vîlat El Himir ê Reqayê kişandin. Kesê bi navê Selsebîl, ji min re got dikarim 200 dolar ji kesekî li taxa Hikumiye ya Reqayê bibim. Li wir di 27`ê Kanûna 2022`yan de hatim girtin.”

El Hemed got: “Tişta min kirî xiyaneteke mezin di heqê gel û welatê min de, ez efûyê ji QSD`ê dixwazim.”

Ajanê bi navê Xalid El Şihab ê ji gundê Xeşafiye yê Dirbêsiyê got: “Xwarziyê min ê bi navê Yasir heye, du caran serdana malê kir. Lê behsa tiştekî nekir. Di serdana sêyemîn de, ji min xwest ku pê re biçim û kesekî bibînim. Ji min re tiştek negot. Dema em gihaştin wir, kesek tune bû. Ez bi tenê hiştim û çû. Hat û pê re bombeyek hebû. Diyar bû ku bi îstixbarata dewleta Tirk re kar dike. Min jî pê re kar kir. Min digihand cihê ku diyar kiriye da ku teqemenî tê de bi cih bike. Wî teqemenî dianî û bi cih dikir. Bi kesekî din re lihev dikir. Ez jî li mezrayê li bendê dimam. Bombe dianî, di bin piran de, di nav çopê de bi cih dikirin. Roja din em bi motorsîklêtê dihatin û me ew dibirin.”

El Şihab wiha pê de çû: “Carekê min ew gihand rêya Til Temir-Hesekê. Beriya pira li ser çemê Xabûrê bi qederekê, ji motorsîkletê peya bû û bombe danî bin kevirekê li ber stûna kehrebeyê ya li wir. Piştre wêneya wê kişand û vegeriya.”

El Şihba got: “Di cara duyemîn de li ser rêya Hesekê-Amûdê, li ber ebara avê, bombeyek danî. Dîsa wêneya wê kişand û vegeriya. Piştre careke din bombeyek di heman wî cihî de bi cih kir.”

El Şihab mikurhatinên xwe wiha domandin: “Di cara 4`ê de, bombeyek di ebara avê ya li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê li herêma Sêgir bi cih kir. Piştre wêneyek ji bombeyê re kişand. Min ew di rêyên şaxî de dibir cihê ku dixwaze. Rêwiyên me hemû li ser motorsîkletê bûn. Ji min re got ew tenê bombeyan bi cih dike, wêneya wan dikişîne û ji kesekî re dişîne. Lê ew kî ye û li ku ye û çawa bombe tê teqandin nizanim.”

Ajanê bi navê Xalid diyar kir ku xwarziyê wî bombe ji îstixbarata Tirkiyê dibir û got: “Ez nizanim çawa derbasî herêmê dikir. Tenê ew ji mezrayê bombe werdigirt. Di heman cih de li bendê dimam. Heta ku were û bombeyê bi xwe re bîne. Li beramber her bombeyekê, 200 anku 300 dolar dida min. Min jê 500 dolar wergirt û 600 dolar ji bo motorsîkletê da min.”

Di dawiyê de Xalid El Şihab got: “Bi rastî rojekê pê nefikirîm ku çi dikim. Pere çavê min kor kir. Careke dema xwarziya min bi kesê bombe jê re peyda dikirin diaxivî, min bihîst ku bi Mihemed û Ebû Farûq gazî wî dike. Min zanî ku sûriyeyî ye û dem demê diçe Serêkaniyê. Piştî ku ketim kemînê, xwarziyê min reviya û çû herêmên dagirkirî.”

Hêzên me xebatên xwe ji bo eşkerekirina torên sîxuriyê û ajanan didomîne ku dewleta Tirk û saziyên wê yên îstixbaratê li herêmê belav kirine. Da ku ewlehiya herêmê têk bibe. Hêzên me dê parastina ewlehiya şêniyan bidomîne.”

(şx)

ANHA