Efûya Navneteweyî: Divê hikumeta şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dawî bike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî got divê hêzên hikumeta Şamê dorpêça hovane ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dawî bike ku nahêle şênî sotemeniyê û madeyên din ên bingehîn bi dest bixin.

Efûya Navneteweyî: Divê hikumeta şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dawî bike
24 ÇILE, 2023   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê got dorpêça ku hikumeta Şamê ji Tebaxê ve ferz kiriye, hişt ku sotemenî û alîkarî jî ji taxan kêm bibin, di encamê de jiyana bi deh hezaran şênî dikeve metirsiyê.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku êdî derman û pêdiviyên tenduristiyê jî xelas dibin û şênî kelûpelên malên xwe û plastîkê ji bo ku xwe germ bikin, dişewitînin.

Hikûmeta Şamê rê nade sotemenî, ard û alîkariyên mirovî derbasî van taxan bibin. Li gorî rêxistinê şêniyan jî destnîşan kir ku hêzên hikûmeta Şamê sala borî dem demê nehiştsotmenî û ard derbasî taxan bibe. Dorpêça dawî heta Nîsanê dom kir.

Şêniyan ji rêxistinê re eşkere kir ku hemwextî dorpêçê, dest bi normalîzekirina têkiliyan di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bû ku her du li dijî Rêveberiya Xweser in. 

BIDAWÎKIRINA DORPÊÇÊ ERKEKE EXLAQÎ Û QANÛNÎ YE

Lêkolera têkildarî Sûriyê ya Nivîsgeha Herêmî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ta Beyrûtê Diyene Seman got: "Tiştekî xerab e ku em bibînin desthilatiya Sûriyê deh hezaran niştecihên Helebê ji madeyên sereke bêpar dihêle, sivîl di rewşeke nearam de dijîn û ji nû ve berdêla nakokiyê didin ku xuya ye bê dawî ne."

Diyene Seman wiha domand: "Divê hikûmeta Sûriyê kirîza mirovî bi rêya derbaskirina sotemenî û madeyên sereke çareser bike, her wiha divê rê li ber rêxistinên ku alîkariyê digihînin wan herêman negire."

Diyene Seman destnîşan kir ku bidawîkirina vê kirîzê ne tenê erkeke exlaqî ye, her wiha ew erkeke qanûnî ye jî, hikûmeta Sûriyê jî li gor qanûna navneteweyî ya peydakirina xwarin, derman û madeyên sereke ji gelê xwe re, li hember vê kirîzê berpirsiyar e, lê bi vê dorpêçê ew mafên gelê xwe binpê dike.

KÊMBÛNA SOTEMENIYÊ BAR GIRAN DIKE

Yek ji welatiyên ku rêxistinê pê re hevdîtin pêk aniye destnîşan kir ku ji dawiya meha Tebaxa borî de Firqeya 4’an rê li ber derbaskirina sotemeniyê ya taxan girtiye; di encamê de, li herdu taxan kehrebe tenê 2 saetan tê, ku beriya dorpêçê 7 saetan dihat.

Her wiha, Ii nexweşxane û firneyan jî sotemenî kêm dibe ku eger dorpêç bidome ew ê werin rawestandin.

Bijîşkekî nexweşxaneyeke kantona Şehbayê ji rêxistinê re got: "Em ditirsin ku sotemeniya ji bo jerenatoran pêwîst xilas bibe. Pirsgirêk ev e ku gelek beşên nexweşxaneyê pêwîstiya wê bi kehrebeya daîm heye. Mîna odeya nîştergeriyan, baldariya tîndar û navenda destwerdana lezgîn. Em çêre, sobe û amûrên tenduristiyê yên ne gerek hemû vedimirînin da ku sotemeniyên xerc nekin, lê dîsa jî sotemenî têrê nake."

PEYDAKIRINA DERMAN Û ALÎKARIYÊ

Şêniyên taxan ji rêxistinê re destnîşan kir ku ji destpêka dorpêçê ve wan tu alîkariyên xwarinê bi dest nexistine, her wiha derman jî li nexweşxaneyan kêm bûye.

Welatiya bi navê Rezan a ji taxa Şêxmeqsûd diyar kir ku dermanê tansyonê (xwînpestînê) yê hevjînê wê xelas bûye û li nexweşxaneyan jî ew derman tune ye, li dermanxaneyan jî heye lê pir biha ye.

Her wiha, welatiyê bi navê Mistefa yê ji heman taxê got: "Rêxistineke mirovî plan kiribû ku navendeke tenduristiyê li taxê veke, lê ew heta niha li bendaa erêkirina hikûmeta Şamê ye."

Mistefa da zanîn ku rêxistina Heyva Sor a Sûriyê ku ew jî girêdayî hikûmeta Şamê ye, ji destpêka dorpêçê û heta niha tu alîkarî derbasî taxê nekiriye.

Mistefa wiha domand: "Ez çûm navenda wan a li vir da ku dermanê bînim, ji min re gotin  ku derman xelas bûne, dema ku min ji wan pirs kir ku kengî dê dermanê bînin gotin ew jî nizanin."

(mh/şx)