QSD'ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker red kirin

QSD'ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 26 şervanên QSD'ê red kirin.

QSD'ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker red kirin
24 ÇILE, 2023   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wiha nivisî:

"Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên fermî daxuyanî dan ku tê de dibêje 20 şervanên me li Til Rifetê û 6 din li herêmên rojhilatê Firatê di rojên 20 heta 26'ê vê Çileyê de şehîd bûne. Ev îdia nerast in. Hêzên me li Til Rifetê tune ne."

(mh)