Xwendekarên Zanîngeha Rojava têkildarî Efrînê panelek li dar xist

Xwendkarên Zanîngeha Rojava bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê li ser dîrok, erdnîgarî, çand û siyaseta li ser bajarê Efrînê panelek li dar xist. 

Xwendekarên Zanîngeha Rojava têkildarî Efrînê panelek li dar xist
24 ÇILE, 2023   11:43
QAMIŞLO

Bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê xwendekarên Zanîngeha Rojava panelek bi durûşma “Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin” panelek li dar xist.

Panel ji aliyê xwendekarên Beşa Jineolojiyê Zehrîban Hîsên û Rojîn Îbiş, xwendekar Beşa Ragihandinê Lîlav Elî û xwendekara Beşa Zanistên Siyasî Cemîl Xoce hate meşandin.

Di panelê de dîrok, erdnîgarî, çand û siyaseta ku li ser bajarê Efrînê bi destê dewleta dagirker a Tirk tê meşandin, hatin nîqaşkirin.

Li ser dîroka Efrînê Zehrîban Hisên got: “Efrîn bajarekî dîrokî ye, dîroka wê digihêje sedsala 11’emîn. Bi taybet cihên dîrokî mîna Kelha Nebî Hûrî, Kelha Seman, Endarê û Kevirê Ker lê hene. Her çi qasî bajarekî Kurdan be jî, lê belê Efrîn gelek pêkhateyên din jî dihewîne.”

Rojîn Îbiş jî qala erdnîgariya Efrînê kir û wiha axivî: “Herêma Efrînê dikeve rojavayê Kurdistanê, her wiha li aliyekî wê bajarê Bab, Ezaz û Cerablus hene. Avhewaya bajar bi xwe ji çandiniyê re gelekî destdayî ye.”

Cemîl Xoce der barê polîtîkayên dewleta Tirk û hêzên desthilatdar ên li ser Efrînê de wiha axivî: “Armanceke êrişa 20’ê Çileya 2018’an têkbirina pergala neteweya demokratîk bû. Divê îro em bi yekitiyeke xurttir têkoşîna xwe bilind bikin ku em bikarin dîsa bajarên xwe ji bin dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.”

Her wiha Lîlav Elî li ser çanda Efrînê got: “Efrîn bi rengîniya xwe mîna bihûştekê bû. Tu caran cihêrengiya wê li ber dewlemendiya jiyana civakî nebû asteng. Serjimara wê 550 hezar bû. Niştecihên wê misliman, êzidî, Ermen, Ereb, Tirkmen û Çerkes bûn.”

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser Efrînê hate nişandan û panel hate bidawîkirin.

ANHA