Li Qamişlo û Hesekê hemleya komkirina îmzeyan

Ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî, li Qamişlo û Hesekê hemleya komkirina îmzeyan dest pê kir.

Li Qamişlo û Hesekê hemleya komkirina îmzeyan
24 ÇILE, 2023   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hemleyeke îmzeyan di 22′yê Çileyê de dabû destpêkirin.

Tê payîn hemle heta 15′ê Sibatê ku dikeve salvegera 24′an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam bike.

Piştî komkirina îmzeyan li gund, bajarok û bajarên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe, dê wesîqeya îmzeyan radestî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bê kirin û ew jî radestî CPT′yê bike.

Di vê çarçoveyê de, îro hemle li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Birakê yên Qamişloyê û navçeya Til Temirê ya Hesekê dest pê kir. Her wiha komîte li van navçeyan hatin avakirin û li taxên bajêr hatin belavkirin. Ev komîte serdana komîn û malên şêniyan dikin û armancên hemle û komkirina îmzeyan ji wan re şîrove dikin.

Nuqte li sûkên gel ên li hundirê bajêr bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo komkirina îmzeyan hatin danîn.

Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û ji çavdêrên li ser xebata komîteyên hemleyê Çinar Salih wiha got: "Me îro dest bi komkirina îmzeyan ji şêniyên Til Temir û gundewarên wê kir. Me ew yek bi rêya 12 komîteyan pêk anî."

Çinarê wiha domand: "Ev hemleya me, ji bo bersivdana tecrîda li dijî rêber Ocalan e. Em hemû dizanin ku nêzî 22 meh e dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz dike û heta niha tu agahiyan li ser rewşa wî ya tenduristî nizanin."

Çinarê wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi rêya vê hemleyê, em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin ji cîhanê hemû re îsbat bikin ku divê rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan were eşkerekirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/edGYuQUL1Wc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XfbpmNrTOD0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JFX68_5Ojys" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>