Fînlandayê xwest hevdîtinên bi dewleta Tirk re bên rawestandin

Fînlandayê xwest hevdîtinên bi dewleta Tirk re yên ji bo endamtiya NATO’yê ya Fînlanda û Swêdê werin rawestandin.

Fînlandayê xwest hevdîtinên bi dewleta Tirk re bên rawestandin
24 ÇILE, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto ragihand ku divê hevdîtinên Swêd-Fînlanda-Tirkiyeyê yên têkildarî planên her du welatan ên tevlêbûna NATOʹyê de çend hefteyan werin rawestandin.

Haavisto di hevpeyvîneke li gel Reutersê de got: "Duh min bi hempîşeyê xwe yê Tirk re rewşa li wir parve kir, sedem hilbijartin e."

Di Adara par de, Swêd û Fînlandayê daxwaza tevlêbûna NATOʹyê pêşkêş kiribû. Ji bo tevlêbûnê jê jî divê hemû endamên NATOʹyê erê bikin.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg beriya niha gotibû dibe ku Swêd û Fînlanda ji sala 2023ʹyan ve bibin endamên NATO’yê.

(bb)