Li herêmên hikumeta Şamê aloziya şîrê zarokan didome

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de gelek xurekên sereke û şîrê zarokan bi zehmetî peyda dibin.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya şîrê zarokan didome
23 ÇILE, 2023   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Niştecihên herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji ber bihabûna madeyên sereke û nebûna hin madeyên din, têkçûna lîreyê Sûriyeyê, daketina mûçeyên karker û karmendan û gelek aloziyên din, bêzar in. Şîrê zarokan jî li piraniya dermanxaneyan nemaye û eger bê peydakirin jî pir biha ye.

Hikumeta Şamê buhayê şîrê “Nan” bi 18 hezar lîreyên Sûriyeyê û yê “Guigoz” jî bi 15 hezar lîreyên Sûriyeyê diyar kir.

Piraniya malbatên sûriyeyî nikarin şîr bi van buhayan bikirin, her wiha eger were peydakirin jî pir kêm e û carinan digihêje 50 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Welatiyan li hember vê rewşê li ser malperên medya dijîtal nerazîbûn nîşan da û daxwaz kir şîr were peydakirin û buha werin kêmkirin.

Gelek dayik û bav jî ji bo têrkirina zarokên xwe li altrenatîfan digerin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê sêşema borî buhayên dermanan jî bi rêjeya ji sedî 50 bilind kir.

Rêveberiya Kar û Barên Dermanxaneyan a girêdayî wezaretê jî bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyeyê wek bihane nîşan da.

(cx)

ANHA