ENKS guhertina demografiya Efrînê pîroz dike

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî bi piştevaniya rêxistinên dewletên Kendavê, fîlistînî û ewropî yên Îxwanî, avakirina mêtingehan didomînin. Serokê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar avakirina mêtingehan ji aliyê dewleta dagirker ve, pîroz kir.

ENKS guhertina demografiya Efrînê pîroz dike
23 ÇILE, 2023   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, zêdetirî 350 hezar şêniyan malên xwe terikandin û koçberî herêmên Şehba û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên din bûn. Dewleta dagirker jî zêdetirî 400 hezar çete û malbatên wan ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê li şûna wan bi cih kirin.

Piştî dagirkirinê, dewleta Tirk a dagirker li gund û navçeyên Efrînê, nexasim li gundên êzidiyan zêdetirî 22 mêtingeh ava kirin.

Avakirina mêtingehan li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê ji Cerablusê ya rojhilatê Helebê û heta Idlibê li rojavayê bajêr, hê jî dewam dike.

Tê destnîşankirin ku dewleta dagirker, darên zeytûnan li erdên çandiniyê yên welatiyên Kurd ên ji Efrînê dibire û mêtingehan lê ava dike.

Di salvegera 5`emîn a dagirkirina kantona Efrînê de, serokê qaşo “Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS)” Ebdulhekîm Beşar, avakirina mêtingehan ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê ya bi piştgirî û fînansekirina rêxistinên îxwanî yên ji Kendavê, Filistînê û Ewropayê, pîroz kir.

(cx)

ANHA