‘Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji bo gelê Kurdistanê xwedî nirxekî mezin e’

KCK'ê bi wesîleya salvegera 77’emîn a Komara Kurdistanê ya Mehabadê peyamek weşand û diyar kir ku "Komara Kurd a Mehabadê îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e."

‘Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji bo gelê Kurdistanê xwedî nirxekî mezin e’
23 ÇILE, 2023   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe ya nivîskî de got: "Me salvegera 77’emîn a Komara Kurd a Mehabadê li pey xwe hişt. Komara Kurd a Mehabadê ya ku ji aliyê Qazî Mihemed û hevalên wî hate avakirin, îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e. Gelê Kurdistanê tu carî wan kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê û damezirandin û parastina Komara Kurd a Mehabadê tê koşiyane û berdêl dane, bi taybetî jî Qazî Mihemed û hevalên wî ji bîr nake, ew ê her tim wan bi bîr bîne.

Di peyamê de hat destnîşankirin ku di encama polîtîkayên berjewendîparêz ên dewletên hegemonîk de êrişî Komara Kurdistanê hate kirin û hate gotin: “Dewletên hegemonîk ên serdemê bi rejîma Şah a paşverû û mêtinger re li hev kirin û piştgirî dan hilweşandina Komara Kurd a Mehabadê. Îro gelek hêz bi rêya bazariya li ser Kurdan hewl didin têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a mêtinger û qirker a li dijî Kurdan re bidomînin. Em bang li hemû hêzan dikin wisa nêzikî mesele nebin û di heman demê de nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan a ku desthilata faşîst a AKP-MHP dikin.”