​​​​​​​Bangewaziyên tevlêbûna hemleya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîdê

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhate, sazî, tevger û rêxistinan kir ku bi awayekî çalak beşdarî hemleya berhevkirina îmzeyan bibin ku dê heta 15 'ê Sibatê dewam bike da ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

​​​​​​​Bangewaziyên tevlêbûna hemleya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîdê
23 ÇILE, 2023   04:34
QAMIŞLO - SOLÎN IHMÊ

Însîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan duh yekşemê kampanya komkirina îmzeyan bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin" da destpêkirin ji bo ku tecrîda li ser wî bi dawî bibe û derfetên pêkanîna hevdîtina malbat û parêzeran pê re werin peydakirin.

Hemle bi rêya şandina nameyekê ji CPT'yê re li ser navê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Ocalan pêk tîne, dest pê kir.

Hemle di salvegera 24 'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de destpê kir û dê heta 15 'ê Sibatê li ser asta bajar, bajarok û navçeyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bike.

MEKANÎZMAYA KOMKIRINA ÎMZEYAN

Hemle duh yekşemê li herêma Cizîrê dest pê kir. Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêrwîn Yûsif diyar kir ku mekanîzmeya komkirina îmzeyan dê bi rêya avakirina komîteyan ji endamên însiyatîfê li ser asta gund, bajarok û bajaran be û dê serdana mal û saziyan bikin da ku hejmara herî mezin a îmzeyan bi rêya komîn û meclisan berhev bikin.

Protokola hemleyê, li gorî berhevkirina îmzeyan pêk tê ku tê de nav, paşnav, bajar û îmzeya bi dest hene.

DEM DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YE

/kr/uploads/files/2023/01/22/190933_-.webp

Têkildarî armancên hemleyê, Endama Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêrwîn Yûsif axivî û got: "Ji bo ku em bikarin deng û daxwazên xwe ji CPT'ê ragihînin da ku ew jî berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî der barê rizgarkirina fizîkî ya rêber Ocalan de pêk bîne. Her wiha derfetan peyda bike da ku parêzer û malbat hevdîtinê pê re çêk û tecrîda girankirî bi dawî bibe. Êdî dem hatiye ku em bi rêberê xwe re di aliyê fîzîkî de bijîn."

Nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên kurd, ereb, suryan û ermen tev li hemleya berhevkirina îmzeyan dibin.

Pêrwîn Yûsif bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî rêxistin, sazî û tevgerên li herêmê kir ku tev li hemleyê bibin da ku bêdengiya navneteweyî bişkînin û neheqiya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Belgeya îmzeyan wê radestî Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan were kirin ku ew jî dê ji CPT'ê re rêke.

(dm/şx)

ANHA