Desteya Çandiniyê li hember hişkesaliyê tedbîrên nû digire

Ji ber kêmbûna baranê, cotkarên bi fikar in ku çandiniya wan a bejî têk biçe. Gerînendiya Çandinî û Avdanê ya Kantona Qamişlo jî tedbîran digre.

Desteya Çandiniyê li hember hişkesaliyê tedbîrên nû digire
23 ÇILE, 2023   03:49
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Cotkarên ku di çandiniyê xwe dispêrên baranê, bi fikar in ku kêmbûna baranê dewam bike û di encamê de mewsimê wan têk biçe.

Li gorî Gerînendiya Çandinî û Avdanê ya Kantona Qamişlo, îsal 187 hezar û 687 donim zevî avî û 79 hezar û 912 donim bejî hatiye çandin.

Cotkarê bi navê Îmad Yûsif ê ji gundê Girê Pirê yê rojhilatê navçeya Tirbespiyê got: "Ji ber derengmayîna astekê çandiniya bejî baranê heta têk çûye û ev yek wê bi awayekî mezin bandorê li debarê bike, ji ber ku çandinî û xwedîkirina sewalan jêdera sereka ya debara me ye."

Yûsif daxwaza piştevaniya cotkaran û got, divê deyn pêşkêşî cotkaran were kirin, destûra kolandina bîran were dayîn da ku cotkar teşwîqî çandiniya avê bibin.

Ligel kêmbûna baranê, cotkar ji ber derengmayîna belavkirina mazotê ya ji bo çandiniya  avê bi gazinc in û diyar kirin ku ev yek wê rasteast bandorê li cotkaran bike.

Cotkarê bi navê Ferhan Silêman ê ji gundê Til Şeîr ê Qamişloyê anî ziman ku pêla hişkesaliyê bandor li çandiniyê kir û got: "Salên borî, me di mewsimekê de carek an du caran avdan dikir, lê niha divê di dirêjahiya mewsim de avdanê bikin."

Silêman destnîşan kir ku pêla hişkesaliyê bandor li bîran jî kir ku rêjeya avê wan kêm bûye û wiha dmoand: "Niha pêwîstî  hîn zêdetir bi mazotê heye da ku avê ji bîrên kûr bikişînin. Ji ber ku gelek cotkar bîr kûr kirine û pompe heta mesafeyeke kûr daxistine."

Ferhan Silêman anî ziman heta niha hinek cotkar hîna beşa yekemîn a mazotê wernegirtine û zeviyên xwe av nedane û got, diviyabû ku niha dest bi beşa duyemîn a avdanê kiribana.

Silêman bang li Desteya Çandinî û Avdanê kir ku mazotê li wan belav bike da ku di dema xwe de avdanê bikin.

Hevserokê Gerînendeya Çandinî û Avdanê ya Kantona Qamişloyê Nayîf Îbrahîm da zanîn ku ji bo piştevaniya çandiniyê wan planeke danîne û diyar kir ku tov, semad û mazotê li cotkaran belav dikin û girêbestan bi wan re pêk tînin.

Nayîf Îbrahîm bal kişand ser sedema derengmayîna belavkirina beşa yekemîn a mazotê û got: ʹʹSedema derengmayînê belavkirina beşa yekemîn a mazotê ji ber ku hemwextî belavkirina mazotê ya ji bo germkirin pêk hat ku Gerînendeya Sotemeniyê pêşkêşî welatiyan dike."

Îbrahîm diyar kir ku dema bê wê belavkirina beşa yekemîn bi dawî bibe û biryar e ku beşa duyemîn destpêka Sibatê dest pê bike.

Îbrahîm bi bîr xist ku heta niha 900 hezar lître mazot wekî beşa yekemîn li kantona Qamişloyê belav kirine û dê di dirêjahiya mewsim de li gorî 5 beşan belav bike.

MIQDARA MAZOTÊ LI GORÎ KÛRAHIYA BÎRAN E

Li gorî gerînendeyê, ji bo bîrên bi kûrahiya 10 heta 50 mîtreyî, 15 lître mazot ji bo her donimekî pêşkêş dikin, ji bo bîrên bi kûrahiya 51 heta 100 mîtreyî 24 lître ji bo her donimekê pêşkêş dike. Her wiha ji bo bîrên 101 heta 150 mîtreyê, 30 lîre mazot ji bo her donimekê, heman demê ji bo bîrên bi kûrahiya151 mîtreyê 34 lître mazot ji bo her donimekî çandiniya avê belav dikin.

Li gorî daneyan, rêjeya çandiniya avî 107 hezar û 777 donim e. Desteya Çandinî komîteyên taybet ava kirine da ku rewşa çandiniyê bişopînin û mazotê belav bikin.

Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandinî girêbestan bi cotkarên xwediyên çandiniya avî re dantînin, da ku tov, semad û mazot li wan belav bike, bi şertê ku cotkar di dawiyê de berhemên xwe radestî navendên şirîketê bikin û piştre deynên li ser xwe bidin.

Li kantona Qamişloyê şirîketê 60 girêbest bi cotkaran re danîne û tovên guncaw pêşkêşî wan kiriye.

(bb)

ANHA