​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk civîna xwe ya salane bi dawî kir

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist. Kongreyê di civînê xebatên ku par kirine, nîqaş kirin û plansaziya sala bê danî.

​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk civîna xwe ya salane bi dawî kir
22 ÇILE, 2023   18:55
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya bi dehan endamên kongreyê û meclisên olî yên herêma Cizîrê li avahiya Meclisa Kantona Hesekê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di destpêkê de dîwan ji 5 endaman hate hilbijartin. Dûre Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foze Yûsif axivî û wiha got: "Nirxandina rewşê di destpêka 2023′yan de di vê demê de pir girîng e, da ku planeke xebatê ya nû deynin û di rojên bê de li ser wê bixebitin. Her wiha çawaniya xebata Kongreya Îslama Demokratîk di van rewşên niha de diyar bikin."

Foze wiha domand: "Li cîhanê nakokî û binpêkirin hene. Sedema wê jî nijadperestiya bi nûnertiya bawerî û fikrên ku tu girêdana wan bi olê re tune ye. Di encamê de bandorê li rewşa civakî û astengiyên ku niha em dijîn, dikin."

Foze wiha pê de çû: "Krîzên li civakên berê çêbûne, bi sedema tunebûna fikir û îdeolojiyê û nebûna têgihîştina têr a olê û çawaniya pêkanîna wê bi rêyên rast ji aliyê kesên olperestan ve ye."

Her wiha Foze ev tişt anî ziman: "Nakokî û şerên rojên îro sedema wê nezaniya serwer ku berê di civakên kevn de hebû û hîna di roja îro de mane û ji hemû aliyên siyasî, aborî, fikrî û leşkerî ve astengiyên wê dikişînin."

Foze Yûsif wiha dawî li gotina xwe anî: "Hin kes gotin û hevpeyvînên nerast li ser îslamê belav dikin. Da ku îslamê bi oldperestiyê teşhîr bikin. Divê em îslamê bi awayekî zanistî, dûrî şîroveyên oladperestî şîrove bikin. Wê demê em dê çareyan ji hemû pirsgirêkên di îslama demokratîk û rast de bibînin."

Dûre sînevîzyonek li ser xebata salê ya kongreyê ya di 2022′yan de hate pêşandan. Tê de panelên ku lidar xistine, daxuyaniyên ku dane, çalakiyên ku li herêma Cizîrê li dar ketine yên ku tevlê bûne, hatin parvekirin.

Piştre beşdar û endamên dîwanê xebatên kongreyê yên salekê nîqaş kirin. Her wiha civîna bi danîna plansaziya 2023′yan bi dawî bû.

Plansaziya kongreyê wiha ye:

Amadekirina bernameyên perwerde û fêrkirinê yên civakî ji hêla Meclisa Jinan û Komeleya Aştiyê ve.

Lidarxistina projeyan ji endamên Kongreya Îslama Demokratîk re mîna koperatîfan da ku ji aliyê darayî ve rêgeza xwe têrkirinê peyda bikin û projeyên biçûk ji bo xurtkirina jinan ji aliyê aborî ve werin lidarxistin.

Endamên kongreyê dewreyên zêde têkildarî îslama demokratîk bibînin.

Malên weqfê yên kevn werin hilweşandin û avahî li cihên wan werin avakirin da ku kongre, xelk sûdê jê wergirin û dikanên kevn ên weqfê werin sererastkirin.

Avahiyên niştecihan li ser milkên weqfê werin avakirin, da ku sûd di aliyê darayî de jê were girtin.

Panelên mehane û yên taybet bi Weqfa Al El Beyt û Kongreya Îslama Demokratîk werin lidarxistin û aktîfkirin.

Karmendên nû di saziyên pêdiviya wan pê hene de, werin erkdarkirin.

Boneyên giştî mîna zayîna Pêxember û zayîna Şêx Ebdulqadir El Gêlanî weke şans were bikaranîn da ku daxuyanî û fikrê îslama demokratîk werin belavkirin.

Li gorî derfetan pere ji hemû îmaman re werin veqetandin.

Karmendên ciwan ên xwedî pisporiyên girêdayî ragihandinê di saziyan de werin erkdarkirin.

Radyoya taybet bi kongreyê ji bo belavkirina fikrê îslama demokratîk were vekirin.

Derfetên madî û desteka fermî ji bo bernameya ragihandina olî werin peydakirin heta bi rola xwe ya giştî rabibe.

Endamên ragihandinê werin perwerdekirin, da ku mekanîzmeya xebatê binasin.

Fetweyên nivîskî yan jî bernameya taybet a fetweyan ji hemû rûpelan re werin amadekirin.

Serdanên ji bo saziyên sivîl û partiyên siyasî werin zêdekirin û têkiliyên di navbera wan de werin xurtkirin.

Lidarxistina panel û semîneran werin zêdekirin.

Saziyên olî bi dezgehên ragihandinê yên heyî re werin girêdan, da ku wane û semîneran bidin.

Hemû çalakiyên taybet ên jinan di aliyên ragihandin û birêvebirinê de werin xurtkirin.

Xebat ji bo lidarxistina Konfransa 2`yemîn a Komxebata Olan û Baweriyên Mezopotamyayê were kirin.

Xebat ji bo lidarxistina Konfransa Komeleya Aştiya Mirovahiyê were kirin.

Xebat ji bo lidarxistina Kongreya Îslama Cîhanê were kirin.

(fr/şx)

ANHA