Erk û mekanîzmeyên xebatên komîteyên di kongreya 9`an a Kongra Star de hatine avakirin

Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên diyar kir ku Kongra Star hewl dide hemû komîteyên xwe li ser asta meclisan bi rêxistin bike, biryar û projeyên xwe pêk bîne û xwe bigihîne hemî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê jî.

Erk û mekanîzmeyên xebatên komîteyên di kongreya 9`an a Kongra Star de hatine avakirin
23 ÇILE, 2023   01:34
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Kongra Star di kongreya xwe ya 9`an de ku di salvegera damezirandina 18`an a kongreyê de anku di 15`ê Çileyê de bi dirûşma “Bi têkoşîna xurt a şoreşa jinan dê serhildana Jin, jiyan azadî bi ser keve” li dar xistiye, destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşîn û rêxistibûyînê ragihand. Her wiha destnîşan kir ku dê erkên xwe bi pêşengiya hêza birêxistinkirî ya jinan di çarçoveya şoreşa jinan û jiyana azad de pêk bîne.

Di kongreyê de, hin guhertin di rêziknameya Kongra Star de hatin çêkirin. Ji wan avakirina komîteyên din wek Komîteya  Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Hevjiyana Azad, Komîteya Parastina Cewherî (ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Cewherî-Jin û Yekîneyên Parastina Jin pêk tê), Komîteya Dispîlînê. Her wiha navê Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinên Demokratîk hat guhertin û bû Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinan û Siyaseta Demokratîk.

Di vê çarçoveyê de endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên destnîşan kir ku coşa beşdarên Kongreya 9`an a Kongra Star, hişt ku nîqaş û plansaziya di kongreyê de hatin dayîn, têra berdewamkirina têkoşînê bikin û wiha li gotina xwe zêde kir: “Kongra Star xwedî mîraseke demdirêj a birêxistinkirina jinan e. Ji wê û li gorî pêvajoya ku tê re derbas bûye, kongre dayîka hemû jinan e, ji têkoşînê bigire heta bigihêje Yekitiya Star piştre Kongra Star.”

Cîhan wiha domand: “Armanca me ew e ku em xwe bigîhinin jinên kurd û yên sûriyeyî li seranserî cîhanê.”

ERKÊN KOMÎTEYÊN DI KONGREYA 9`AN KONGRA STAR DE HATINE AVAKIRIN

/kr/uploads/files/2023/01/22/191715_-2.webp

Der barê komîteyên ku nû hatine avakirin, Cîhan got: “Di kongreyê de biryar hat stendin ku Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan were avakirin. Çaverê ye ku komîte di demeke nêz de were çalakirin da ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkeve û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna hiqûqî û fikrî xurttir bike.”

Cîhan îşaret bi avakirina komîteya Desteya Displînê û erkên wê kir û wiha berdewam kir: “Erkên vê komîteyê ew in ku rêxistinbûyîneke demokratîk di nava pergala heyî de ava bike, biryaran di demeke kurt de bistîne. Ji bo ku çavdêriya pêkanîna van biryaran bê kirin, diviyabû Desteya Dîsplînê bê çalakkirin.”

Cîhan wiha pê de çû: “Projeya hevjiyana azad, erka yekemîn e ku divê Kongra Star pêk bîne. Ji ber ku di aliyê civakî de ji bo guhertina zihniyeta heyî di civakê de beriya her tiştî di malbatê de tê dikoşe. Her wiha hewl dide rêgezê jiyana hevbeş di nava civakî de pêk bîne û ji bo wê, Komîteya Hevjiyana Azad hate avakirin.”

Cîhan balkşand ser çalakirina Komîteya Parastina Cewherî ku meclisekê ku ji YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirn-Jin û Hêzên Parastina Cewherî-Jin pêk tê hatiye avakirin û got: “Em ji vê komîteyê armanc dikin, li hember êriş û siyasetên li dijî jinan tên kirin bi siyasetek û plansaziyeke hevgirtî bisekinin.”

Cîhan armancên xwe ji vê komîteyên şîrove kir û got: “Zihniyeta desthilatdar ne tenê di aliyê leşkerî de jinan dike hedef, lê belê dixwaze bi rêya êrişên qirkirinê li dijî gelên wê, wê ji nasnameya wê û cewhera wê dûr bixe.”

Cîhan destnîşan kir ku Kongra Star hewl dide komîteyên xwe li ser asta meclisan birêxistin bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev komîte, zincîrek e ku hev du temam dikin. Di kongreya 9`an de, biryar û helwesta kongeyê di serdema nû de diyar bû. Ji ber ku em gihaştin wê astê ku em dikarin tedbîrên pêwîst li hember êrişên li ser civaka me tên kirin, bigirin. Rola jinan careke din îsbat bikin. Me îsrara mezinkirina têkoşînê li dijî van êrişan di çavên beşdarên kongreyê de dîtin. »

MEKANÎZMEYA KAR Û XEBATÊN KOMÎTEYAN

Cîhan mekanîzmeya pêkanîna biryaran wiha şîrove kir: “Dê bi rêya lidarxistina semînran û civînan ji jinan û beşên civakê re, ev biryar pêk werin. Perwede dê bingeheke sereke ya xebatên me be. Ji ber wê, em hewl didin projeyên xwe bişopînin û di zûtirîn dem de bi rêya zanistê pêk bînin. Her wiha em ê kongreya xwe û biryarên wê bi hemû jinan li gund, bajarok, navçe û bajaran bidin nasandin û asta fikrî xurttir bikin.”

Cîhan diyar kir ku dê xwe bigihînin hemî jinan di civakê de bi rêya komîn û meclisan.

LIDARXISTINA KONGREYE DI DEMEKE DIROKI DE

Endama Koordînasyona Kongra Star lidarxistina kongreya 9`an a Kongra Star li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Kurdistanê û gelê wê pîroz kir û destnîşan kir ku kongre di demeke dîrokî de li dar ketiye ku kurd û jinên kurd rûbirûyî êrişên hovane û gefên domdar in ku hemwextî salvebera sedan a damezirandina Komara Tirkiyê pêk tên.

Cîhan Hisên diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide kurdan di aliyê candî, bedenî, cografî, ziman û dîrokî de tune bike.

Di dawiyê de Cîhan got : “Tevî zêdebûna êrişan, lê tevlêbûna zêde ya jinan û berzkirina slogana gerdûnî Jin, jiyan azadî li hember êrişên li dijî Kurdan û jinên kurd bû bersiv. Her wiha hemûyan re hêz û vîna jinan îsbat kir ku dikare koletiyê, bişikîne. Civakê vegerîne navaroka wê ya xwezayî.”

(şx)

ANHA