​​​​​​​Kongra Star a Lubnanê salvegera damezirandina kongreyê pîroz kir

Kongra Star a Lubnanê salvegera damezirandina kongreyê ya 18`an bi şahiyekê li paytexta Lubnan Beyrûtê pîroz kir.

​​​​​​​Kongra Star a Lubnanê salvegera damezirandina kongreyê pîroz kir
22 ÇILE, 2023   18:30
BEYRÛT

15`ê Çileyê salvegera 18`an a damezirandina Kongra Star e. Bi vê boneyê Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê li paytexta Lubnan Beyrûtê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamên kongrê, kurdistaniyên li Lubnanê beşdar bûn. Di şahiyê de endama Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Rûken Ehmed axivî û behsa damezirandina kongreyê, armancên wê, girîngiya wê ji bo şoreşa Rojava kir. Rûken ev bone li beşdaran pîroz kir û bersiva pirsên wan ên têkildarî kar û xebatan da.

Piştre koma Welatê Rojê berhemên xwe pêşandan.

(şx)

ANHA