​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin

Bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûdê ji sibê û heta niha alîkariya kadroyên tenduristiyê dikin, xwînê didin û tev li xebatên derxistina kesên di bin kavilan de asê mane, dibin.

​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin
​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin
​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin
​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin
​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin
​​​​​​​Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûdê alîkariya tîman dikin û xwînê didin
22 ÇILE, 2023   18:17
HELEB-MIHEMED EBDO

Ji vê sibê ve, tîm û kadroyên tenduristiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewl didin qurbaniyan ji bin avahiya hilweşiyayî derxin.

Bîlançoya dawî ya fermî ku Meclisa Giştî parve kiriye, gihaşt 17 welatiyan. Di nav de 15 welatî jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din birîndar bûne.

Bi sedan welatî bi dildarî berê xwe didin nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir, xwîn didin û alîkariya kadroyên tenduristiyê dikin da ku kesên di bin kavilan de asê mane xilas bikin.

Welatiyê bi navê Elî Îbrahîm Hemolîno dema xwîn dida ji ajansa me re axivî û got ev kar, erka herî kêm e ku dikarin pê xizmeta gelê taxa xwe bikin û piştgiriya wan bikin di van rojên reş de.

Hemolîno wiha domand: “Dema min ev agahî bihîst, min karê xwe berda û berê xwe da nexweşxaneyê, da ku alîkariyê û xwînê bidim.”

(şx)

ANHA