​​​​​​​Koçberên kampa El Tiweyhînê nêzîkbûna Şam û Enqereyê red kir

Koçberên kampa El Tiweyhînê ya Tebqa li hember nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de xwepêşandanek li dar xistin û got: "Em dixwazin krîza Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirin û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk nûnertiya me dike."

​​​​​​​Koçberên kampa El Tiweyhînê nêzîkbûna Şam û Enqereyê red kir
22 ÇILE, 2023   14:16
TEBQA

Bi dehan kesên ku li kampa El Tiweyhînê ya Tebqa, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma navîn bi diruşma "Êdî bes e ji topbarana li dijî herêmên me yên ewle re, em ewlehiyê dixwazin, ne nêzîkbûna Tirkî-Sûrî" xwepêşandanek li kampa Tiweyhînê ya li bakurê Tebqayê li dar xist.

Xwepêşandan ji pêş rêveberiya kampê dest pê kir û li tevahî kolanên wê geriya. Di xwepêşandanê de diruşmên redkirina nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hatin berzkirin.

Li qada giştî ya kampê xwepêşandan vegerî mîtîngê û li wir berdevka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma navîn Şeyma Telal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 12 sal di ser krîza Sûriyê re derbas bû û heta niha gelê Sûriyeyê di hovantirîn sûc û komployan re derbas dibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ruxmî gelên azadîxwaz vê yekê red dikin, lê hîna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hewl didin krîza Sûriyê dirêj bikin. Êdî armanca wan eşkere ye ku mozaîka civakî talan bikin, derbeyê li projeya neteweya demokratîk bidin.

Her wiha hate eşkerekirin ku di vê dawiyê de di navbera wezîrên parastinê yên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li Moskovê civînek hate lidarxistin. Armanca wan ji vê civînê hêviyên gelê derbe bikin û biryara navneteweyî ya 2254′an têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyên Sûriyeyê ji muxalefeta siyasî û hêzên nîştimanî hat kirin ku li hember tiştên li dijî gel bibin yek. Ji ber ev yek berpirsiyariya her kesê azad e ku xaka xwe biparêze.

(dm/fr)

ANAH