Rêveberiya Xweser daxuyaniyên Çînê yên li ser dewlemendiya Sûriyeyê derewandin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Çînê yên têkildarî dewlemendiya Sûriyeyê derewandin û got dewlemendiya li Sûriyeyê dewlemendiya binerd in û milkê hemû sûriyeyiyan e.

Rêveberiya Xweser daxuyaniyên Çînê yên li ser dewlemendiya Sûriyeyê derewandin
22 ÇILE, 2023   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Çînê yên li ser dewlemendiya Sûriyeyê daxuyaniyek da û agahiyên wê ku parve kirine, derewandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wen Bin, hin saziyên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê û hin şîrketên din, ji wan jî şîrketa Golf Sands a Brîtaniyayê ku di petrolê de dixebite, nûçeyek belav kir ku derxistina petrol û genim ji herêma Cizîrê bi awayekî nerewa ′li gorî wan′ pêk tê û ev dewlemendî `tê dizîn` û ji dewletên cîran re bi rêya lihevkirinên di navbera Koalîsyona Navneteweyî û QSD′ê de tê hinartin."

Her wiha daîreyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hemû axaftinên girêdayî vê mijarê derew in û ew yek tenê helwestên siyasî ne. Ji ber ku mîqdara genimê heyî digel hişksaliya ku di ser herêmê re derbas dibin, têra welatiyan nake. Têkildarî petrolê jî, ev herêmê piştî salên dirêj ên berxwedanê ji DAIŞ û terorê hate rizgarkirin û piraniya bîrên petrolê hatine wêrankirin û nayên xebitandin. Petrola heyî jî têra pêdiviyên herêmê nake û beşek jî li hundirê Sûriyê tê bikaranîn.

Daîreyê di daxuyaniya xwe de hêvî kir ku divê bi vê dozê re bi mentiqî, aqilane û realist dan û standin were kirin. Mîna van daxuyaniyan rastî û rewşa heyî reş û teşhîr dikin.

Daîreyê ev tişt got: "Em beşek ji Sûriyeyê ne, dewlemendiya li Sûriye heyî dewlemendiya binerd e û milkê tevahî gelê Sûriyeyê ye û nabe mîna dewlemendiya din a li Sûriyeyê were keysabazkirin."

Daîreyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: "Em ji bo lihevkirina siyasî bi Şamê re vekirî ne ku dewlemendî li tevahî gelê Sûriyeyê were belavkirin. Dema lihevkirin pêk bê jî, dê ev dewlemendî li gorî lihevkirin û garantiyan li tevahî gelê Sûriyeyê werin belavkirin. Em di vî warî de vekirî ne."

(fr/şx)