Koçberên Efrînê: Wê berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê bidome

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin destnîşan kirin ku ew ê berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî yên ku hewl didin vîna wan bişikîne, heta rizgarkirina Efrînê bidome.

Koçberên Efrînê: Wê berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê bidome
22 ÇILE, 2023   07:07
ŞEHBA – XALID HESEN

Di ser dagirkirina Efrînê re 5 sal derbas bûn, lê heta niha dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên resen sûcên mîna kuştin, revandin pêk tîne û demografiyaya herêmê diguherîne.

Dewleta dagirker li ber çavên hêzên navneteweyî sûcan li dijî koçberên Efrîn ên li kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrewayê jî didomîne û êrişî gundên sivîlan dike.

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin di salvegera 5`an a destpêkirina êrişên dagirkeriyê li dijî Efrînê de ji ajansa me re axivîn.

Henan Mihemed êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê û sûcên wê li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin.

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya van sûcan armanc dike ku Mîsaqê Millî pêk bîne û împratoriya osmaniyan vejîne.

Mihemed diyar kir ku ew ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û li hember planên dewleta Tirk ku dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê aramnc dike, bisekinin.

Dayika şehîd Egîd û şehîd Zîlan ên ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn, Hacer Miho jî bal kişand ku dewleta Tirk bi sûcên li dijî jinên Efrînê pêk tîne, armanc dike ku vîna wan bişkîne û nasnameya wê biçewsîne.

Hacir Miho got: “Em xwediyê vê axê ne, ji bo wê me bi hezaran şehîd dan. Em di wê baweriyê de ne ku di demek nêz de em ê axa xwe rizgar bikin.”

Subhî Çawîş jî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovahî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên resen şermezar kirin.

Çawîş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew li Şehbayê berxwedana xwe didoînin û li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

(dm)

ANHA