Sala borî li Îranê û Rojhilat 900 hezar xwendekarî dev ji xwendinê berda

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sala borî ji ber hejarî û nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê, zêdetirî 900 hezar xwendekarî dev ji xwendinê berdaye.

Sala borî li Îranê û Rojhilat 900 hezar xwendekarî dev ji xwendinê berda
22 ÇILE, 2023   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daneyên fermî, sala borî zêdetirî 900 hezar xwendekar li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dev ji xwendinê berdane. Li gorî Navenda Lêkolînan ya Parlamentoya Îranê, di nava 6 salan de hejmara zarokên ji refên xwe derneketine, ji sedî 17 zêde bûye.

Li gorî heman daneyan, hejmara xwendekarên di sala 2016’an de dev ji dibistanan berdane 777 hezar û 862 bûn û ev hejmara di sala 2022’yan de gihişt 911 hezar û 272 kesan.

Sedemên herî li pêş yên ku dihêlin xwendekar dev ji dibistanê berdin hejarî, rewşa xirab ya darayî û cûdakariya desthilatê ye. Ji ber vê jî li parêzgehên ku asta bêkarî û hejarî lê zêdeye, rêjeyek zêde ya zarokan jî ji xwendinê dûr dixe.

Gorî raporek parlamentoya Îranê, parêzgehên Sîstan, Beluçistan, Xurasan, Rezewî, Tahran, Xuzistan, Urmiye û Kirmanê herî zêde xwendevan dev ji dibistanan berdidin.

Bêparbûna zarokan ya ji xwendina bi zimanê dayîkê jî yek ji sedemên herî girîng ê berdana xwendinê ye. Li parêzgehên Sîstan, Beluçistan, Urmiye û Xuzistanê ku piraniya şêniyên wan Beluç, Kurd, Tirk û Erebin, herî zêde xwendevan dev ji dibistanan berdidin.