HRE: Em hevrêyê xwe Şêrhat Efrînê bi rêzdarî bi bîr tînin

Hêzên Rizgariya Efrînê şehadeta şervanê xwe Şêrhat Efrîn di 20`ê Çileyê de, ragihand. HRE`yê sersaxî ji gelê Efrînê û gelên Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan nû kir.

HRE: Em hevrêyê xwe Şêrhat Efrînê bi rêzdarî bi bîr tînin
22 ÇILE, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HRE`yê de hat ragihandin ku şervanê wan Mihemed Seydo (Şêrhat Efrîn) di çaroveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de 20`ê Çileya 2023`an li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Gelê me yê Efrînê bi nasîna Tevgera Azadiyê re di xweparastinê de xwe bi rêxistin kir û li hember her êrîşên dagirkeran ji bo parastina hebûna xwe têkoşiya. Pêşengtiyê ji Şoreşa Rojava re kir û ji bo xwedîderketina destkeftiyên bi nirx ên şoreşê çi pêwîst bike kir. Bi hezaran ewladên xwe yên leheng ku li ser xeta berxwedanê mezin kirin, ji bo xurtbûn û parastina Şoreşa Rojava şehîd dan. Di nasîna Şoreşa Rojava û belavbûna cîhanê de roleke mezin lîstin û mohra xwe li dîrokê dan.

Rêhevalê me Şêrhat di sala 2022’an de ji warê ku lê hatiye dinê, Efrînê di temenê ciwantiyê de tevlê nava refên hêza me bû, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekariya xwe tevlîbûyînek çalak çêkir. Ji dijminê gelê xwe, dewleta Tirk a dagirker ku cihê lê hatiye dinê dagirkiriye hesap bipirse û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê re ji nû ve vegera gelê xwe re erka pêşengtiyê girt ser milê xwe. Di dema xwe ya şoreşgertiyê de ji bo xwe pêş bixe gelek hewl da, xwe perwerde kir. Di gelek milan de xwe pêş xist û jiyanî kir. Di nav rêhevalên xwe de hat hezkirin ku kedkar û rêhevalekî dilnizm bû.

Bîranîna şehîdên me yên leheng wê di doza me ya pîroz û di têkoşîna me ya azadiyê de hertim bêne bîranîn. Me soza ku daye şehîdan careke din di şexsê rêhevalê nemir şehîd Şêrhat de dûbare dikin ku armanca wan teqez bê biserxistin. Li ser vê bingehê bila serê malbata welatparêz ya hêja ya rêhevalê me yê şehîd, serê gelê me yê Efrînê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê sax be.”

(cx)