‘Ji bo darizandina dewleta Tirk em ê şopdarên dozê bin’

Rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahîr Osman, destnîşan kir ku wan ji bo darizandina dewleta Tirk a dagirker gilî kiriye û ew ê heta hesabpirsînê li pey dozê bin.

‘Ji bo darizandina dewleta Tirk em ê şopdarên dozê bin’
21 ÇILE, 2023   23:40
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Cewahîr Osman ku 2 zarokên wê (yek gerîlayê HPG’ê, yek jî şervanê YPG) jî di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, 17’yê Çileyê (2023) li gel malbatên 14 şehîdên HPG’ê yên di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bibûn, li dadgeha Qamişlo gilî kiribû. 

/kr/uploads/files/2023/01/21/202353_cewahr-osman.webp

Cewahîr Osman derbarê sedema gilîkirinê û daxwazên malbatan de nêrînên xwe anîn ziman û bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Suriyê û Qadên Parastinê yên Medyayê bênavber didomin. Cewahîr Osman bibîr xist ku dewlet Tirk li ber çavên hemû cîhanê rojane bi çekên qedexekirî û kîmyewî êrîşî zarokên wan dike.

Cewahîr Osman destnîşan kir ku ew ê dijî van êrîşan têkoşîna xwe di her qadê de bilind bikin, di vê çarçoveyê de jî li Dadgeha Qamişlo giliya dewleta Tirk kirine.

Cewahîrê anî ziman ku wan xwestiye bi riya dadgeha Qamişlo li qada navnetewî dijî dewleta Tirk têkoşîna hiqûqî bimeşînin û li saziyên pêwendîdar wê bidin darizandin.

Ciwahîr Osman da zanîn ku heta ji destê wan tê, ew ê hewl bidin ku di qada navnetewî de hesap ji dewleta Tirk were pirsin.  Cewahîrê got: “Em ê weke Saziya Malbatên Şehîdan û dayîkên şehîdan li pey doza zarokên xwe bin, em ê bi xurtkirina tekoşîn, berxwedanê û tolhildanê bersiv bidin êrîşên dewleta Tirk.”

14 MALBATAN GILÎ KIRIBÛ

Roja 17’ê Çileya 2023’yan malbatên 14 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Zinarîn Welat (Rama Şemdîn), Delal Qamişlo (Hîva Mamo), Hêvîdar Tirbespiyê (Ala Xidir Xelef), Canfeda Heseke (Şehbaz İzzettin Seydo), Amara Çiya (Zilan Muhammed), Zafer Tolhildan (Mihemed Hisên), Diyana Maria (Dîcle Omer Ahmet), Zilan Besê(Sîmav Hesen), Demhat Derwêş (Bekrî Derwêş), Sema Agirîn (Evîn Şêxo), Zinar Gulcan Amanos(Zinar Xelîl Osman), Ruksen Zagros(Newroz Tahir), Serdem Agirî(Osman Abdî), Adar Çiya (Canda İsmail) ku di êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li Qamişlo kom bibûn.

Malbatên ku ji bajarên Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Tirbespiyê, Amûdê, Dêrikê hatibûn, li  pêşiya Dadgeha Qamişlo daxuyaniyek dabûn û piştre jî, ji bo ku hesap ji dewleta Tirk were pirsin, gilî kiri bûn.

ANHA