Çiya Kurd: Divê sûriyeyî dest bi diyalogeke cidî bikin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hesabê xwe yê twitterê, salvegera 9`an a damezirandina Rêveberiya Xweser a Cizîrê pîroz kir û bang li aliyên sûriyeyî kir ku dest bi diyalogeke cidî bikin da ku aloziya welêt bi dawî bikin û aştî pêk bînin.

Çiya Kurd: Divê sûriyeyî dest bi diyalogeke cidî bikin
21 ÇILE, 2023   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

21`ê Çileyê salvegera 9`an a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ye. Piştî wê, rêveberî li Efrîn û Kobanê jî hate ragihandin.

Bi vê boneyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê twitterê ev bone pîroz kir û bang li diyalogeke cidî kir da ku aloziya li welêt bi dawî bibe û aştî pêk were.

Bedran Çiya Kurd wiha nivisî: “Em vê destkeftiyeke dîrokî li gelê xwe pîroz dikin. Her wiha bang li aliyan dikin ku dest bi diyalogeke cidî bikin ji bo ku nexşerêyekê peyda bikin, da ku aloziya Sûriyê bi dawî bikin, aştî pêk were û dest bi ji nû ve avakirina welêt bikin.”

(şx)

ANHA